Fîlmên bi zimanên Kurdî (Kurmancî, Soranî), Tirkî Erebî û Îngilîzî wê hemû jêrnivîsa Îngilîzî werin nîşandan.
Li dû nîşandan fîlman dê derhêner û çêkerên fîlman derkevin pêşberî temaşevanan.
Di çarçoveya festîvalê de wê îsal cara yekemîn li ser navê Yilmaz Guney Pêşbirka Fîlman a Kurt were lidarxistin. Pêşbirk wê di beşa "Senaryo" de bê kirin.
Rojava cihekî taybet digire
Yek ji endamên Komîteya Amadekar a Festîvalê Sosyolog Ferhan Yildiz da xuyakirin ku festîval wê di navbera 15-24'ê Mijdarê de li du sînemayên cuda pêk were û got, "Di festîvala îsal de, dê hejmareke du qat ji festîvala par, fîlm bê nîşandan. Mijara bingehîn a festîvala îsal Rojavayê Kurdistanê ye. Di vê çarçoveyê de wê dokûmanterê bi navê "The Silent Revulotion (Şoreşa Bêdeng) û The Last Cigaratte (Cixara Dawî)" bê nîşandan. Her wiha bi fîlmê "Before Snowfall" der barê kuştina jinan di bin navê toreyê de, em dixwazin peyameke girîng bidin." Yildiz ragihand ku fîlmên di festîvalê de werin nîşan dan ji her zaravayên Kurdî hene û anî ziman ku dê bi Tirkî û Erebî jî fîlm bên nîşandan. Yildiz da xuyakirin ku li gorî wan dê ev festîval feydeyeke mezin li sînemaya Kurd bike û got, "Em sînemayê digihînin nifûsa Kurd, lê ya ji vê girîngtir ew e ku em pêşî li cîhanê vedikin ku li çîroka gelekî ku xwe ji xweliya xwe ava dike, temaşe bike."
LONDON