Meclîsa Îştar a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem ku di rojên pêşiya me de wê 8’emîn konferansa xwe li dar bixe, di bin banê Akademiya Jin a Wargehê de ji bo amadekariyên konferansê dewreyek perwerdeyê vekir. Di dewreya perwerdeyê de 30 jin ku bi awayekî çalak xebatan bi rê ve dibin nêzî 25 rojan perwerde dîtin û li ser pergalên jinan nîqaş kirin. Jinan, di perwerdeyê de waneyên, “Dîroka Jin, Teoriya qutbûnê, Sîstema Konfederalîzmê, Neteweya Demokratîk, Siyaseta Demokratîk, Meclîs û Komun, Sîstema Heyî” dîtin û ji bo dema pêş nîqaş û nirxandin pêş xistin. Dewreya perwerdeyê duh bi merasîmekê bi dawî bû.

Merasîma girtina dewreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîme de Endama Akademiya Jin a Wargehê Ozlem Batman axaftinek kir. Ozlem Batman, di destpêka axaftina xwe de got, “Wek gelê Kurd û wek pêşeng em ê çawa di nav cîhanê de cihê xwe bigirin? Em ê azadiyê bi kîjan pîvanan daxwaz bikin? Ji bo vê çi pêwîst e? Em di vê pêvajoyê de herî zêde li ser van mijaran radiwestin. Li ser esasên vê rastiyê de em têdikoşin û xwe tenzîm dikin. Em bi êrîşan re jî rû bi rû ne.
Bêgumaan çavkaniya lêgerîne me bi temamî Rêber Apo ye. Lewma pêdiviyên azadiya Rêber Apo pêşxistin, li ser vî esasî têkoşîn bilind kirin, di nav gelên cîhanê de cihgirtin û dîsa li ser vî esasî ji civakê re pêşengî kirin wezîfeya me ye. Ji ber vê jî ji her demê zêdetir pêwîstî heye ku em civaka exlaqî û polîtîk ava bikin.”

Daxwaza pêşxistinê

Batman anî ziman ku wek jinên li wargehê armanca van a esasî di tenzîmkirina civaka nû de pêşengî kirin e û got “Divê em rastiya demê fêm bikin û li gorî vê jî mîsyon bidin xwe. Bêrî her tiştî em hêzeke jiyanê ne. pêwîst e di me de hem hêza guhertin ûbersivdayînê hebe û hem jî em têkoşînê pêş bixin. Bi vê rastiyê ve girêdayî em naveroka vê dewreya perwerdeyê digirin dest û dinirxînin. Em bawer dikin ku ev dewre wê bersivê bide demê û di me de lêgerîn û hêza têkoşînê pêş bixe.”
Ozlem Batman anî ziman ku zanebûna ku di vê dewreyê de hatiye dayîn, nîqaşên ku dewreyê de hatine pêşxistin wê misoger bandora xwe li dahatûyê bike. Batman, da xuyakirin ku di rojên pêş de wê 8’emîn Konferansa Meclîsa Îştar were lidarxistin û got, “Em dixwazin di konferansê de pirsgirêkên wargehê nîqaş bikin, plansaziya xwe ya têkoşîne pêş bixin, wek jin rêxistina xwe hîn zêdetir bi hêz bikin û mezin bikin. Ji ber ku em çi qasî xwe rêxistin bikin em ê ev qasî karibin jiyana xwe pêş bixin. Armanca me ya konferansê ev e.” Ozlem Batman destnîşan kir ku ji ber vê jî divê kesên di vê dewreyê de perwerde dîtin cihê xwe di konferansê de bigirin û gotinên xwe wiha domand; “Ji ber ku we di dewreyê de lêhûrbûn û nîqaşên mezin pêş xist. Pêwîst e ev hêzê bide konferansa me.”
Piştî axaftina Batman, jinan bi hev re xwarina nîvro ku bi awayekî kolektîf amade kiribûn xwarin. Piştî xwarinê jî Koma Şano a TEV-ÇAND a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem lîstikek pêşkêşî jinan kir û merasîm bi vî awayî bi dawî bû.

DÎHA/MEXMÛR