
Ji Komîteya Amadekar Hevserokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç diyar kir ku armanca wan civandina gelên Mezopotamya û Anatoliyê ye. Li Almanyayê Newroza îsal bi organîzeya 60 partî, rêxistin û saziyên ji gelên Laz, Çerkez, Ermenî, Rûm, Ereb, Asûrî-Suryanî, Kurd, Tirk, Alman, ji baweriyên Elewî, Sunnî, Xiristiyan û Êzidî, tê lidarxistin. Pîrozbahiya ku di 22’ê Adarê de li bajarê Almanya Dusseldorfê tê lidarxistin bi dirûşma “Şahiya Aştî û Demokrasiyê ya Gelan: Newroz, ji Kurdistanê re Azadî, ji Tirkiyeyê re Demokrasî” pêk tê. Di bernameya çandê ya pîrozbahiyê de, komên muzîk û govendê yên ji hemû gelan wê berhemên xwe pêşkêş bikin.
‘Cejna gelan Newroz’
Der barê pîrozbahiya hevpar a Newrozê de ji Komîteya Amadekar Hevserokê Federasyona Komeleyê Kurd li Almanyayê (YEK-KOM) Yuksel Koç agahî da û diyar kir ku ew dixwazin cejna azadî û berxwedanê Newrozê veguherînin cejna gelan. Koç da zanîn ku hemû amadekariyên wan li ber qedandinê ne û anî ziman ku ew li Dusseldorfê li benda gelên ji Mezopotamya û Anatoliyê ne. Yuksel Koç ragihand ku weke YEK-KOM ew her sal Newrozê bi beşdariya deh hezaran pîroz dikin û got, “Lê îsal wê rengîn û cudatir be. Emê bi gelek rêxistin, partî û pêkhateyan re Newrozê pîroz bikin. Cewhera Newrozê azadî, xwişk-biratî û berxwedane. Em jî weke partî, rêxistin û saziyên li Ewropayê dixwazin werin cem hev û li gorî vê cewherê Newrozê pîroz bikin.”
Her kes bi rengê xwe
Yuksel Koç der barê rengîniya vê organîzasyonê de wiha peyivî: “Piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza par de, mafên hemû gel, civak û komên baweriyan derketin pêş. Meclîsa Aştî û Demokrasiyê ya piştî “Konferansa Aştiyê ya Ewropayê” hat avakirin jî encamek vê yekê ye. Pîrozbahiya Newrozê jî parçeyek ji vê ye.” Koç bang li tevahiya gelên Mezopotamay û Anatoliyê yên li Almanyayê dijîn kir, ku bi rengê xwe beşdarî pîrozbahiya Newrozê bibin. Bernameya Newrozê ji aliyê dayîna peyamên siyasî û hunermendan ve jî gelek dewlemend e.
ALÎ GULER/DUSSELDORF