MÎT û Parastin amadekariya wê yekê dikin ku kincên gerîla li hêzekê bikin, bi destê wê hêzê jî li Başûr komkujiyan bikin, van komkujiyan bixin stuyê PKK’ê û bi vî rengî amadekariya êrişeke berfireh li ser PKK’ê bikin.
Rêxistina îstîxbaratê ya PDK’ê (Parastin) û rêxistina îstîxbaratê ya Tirk (MÎT) beriya du hefteyan li Rîxos Hotelê ya li Duhokê civînek li dar xistin. Di civînê de pîlanekî berfireh li dijî PKK’ê amade kirin. Li gorî vê yekê, wê kincên gerîla li hêzeke hevpar bikin, ev hêz jî wê êrişê bibe ser Asayîşa Duhokê û navenda polîsan, wê komkujiyekê bike; tevî sivîlan wê êrişê bibe ser hin Tirkmenan. Bi vî rengî, ji bo êrişeke berfireh a li ser PKK’ê wê amadekariyê bikin.
Li gorî agahiyên ku kesekî ji Asayîşa Duhokê gihand ANF’ê; Fazil Mîranî bi rêveberiya PDK’ê ya Duhokê û hin serokên eşiran re civînek pêk anî. Di civînê de diyar kir ku zexta raya giştî ya li ser PDK’ê zêde bûye û got, bi taybetî li Behdînanê nerazîbûneke mezin a gel li dijî wan heye. Di civînê de îdîa kir ku PKK wê li Behdînanê destwerdana leşkerî bike, zorê bide PDK’ê jî ew dikarin xwe biparêzin, lê belê serokên eşîran wê gelekî zerarê bibînin, ji ber vê yekê neçar mane ku tevdîran bigirin. Fazil Mîranî di vê civînê de xwest fikrê ‘PKK wê êrişî Duhokê bike’ bixe serê mirovan û bi vî rengî jî amadekariyê ji pîlaneke hevpar a bi dewleta Tirk re bike.
Komkujî bi kincên gerîlla
Heman çavkanî ji ANF’ê re got, Fazil Mîranî dest bi amadekariya pîlana MÎT û Parastinê kiriye, ku di civîna li Rîxosê de biryar li ser hatibû dayin.
Di çarçoveya vî pîlanê de jî 200 kincên gerîla yên ku gerîlayên HPG’ê li xwe dikin hatine amadekirin. Li gorî pîlanê, endamên îstîxbarata Tirk û Hêzên taybet ên PDK’ê wê van kincên gerîla li xwe bikin û li Duhokê êrişê bibin ser nuqteyên asayîşê û polîsan.
Li Duhokê wê êrişê bibin ser kesayetên girîng ên pêşengiyê ji mûxalefeta li dijî PDK’ê re dikin, her wiha wê êriş li lîderên muxalefeta civakî û hin kesayetên girîng ên Tirkmen bên kirin, piştre wê vê yekê bixin stûyê PKK’ê û bi êrişeke provokatîf, komkujiyê bikin.
Armanc rewakirina êrişê ye
Li gorî agahiyên ku jêderê li nava Asayîşa Duhokê gihand ANF’ê, komkujî û armanca ji komkujiyê wiha ye:
- Wê derbeke mezin li pêşengên muxalefetê bixin û bi vî rengî li Behdînanê pêşî li muxalefeta civakî ya li dijî hevkariya Tirkiye-PDK’ê bê girtin.
- Wê sempatiya ku li Behdînanê ji bo PKK’ê zêde dibe, veguherîne dijminatiyeke mayînde.
- Bi rêya van komkujiyên ku bi kincên gerîla bên kirin, wê êrişên PDK’ê yên li dijî HPG’ê bên rewakirin.
- Bi êrişa li dijî kesayetên Tirkmen wê bingeha tevlîkirina TC’ê ya li nava vî şerî bê amadekirin.
- Li nava raya giştî ya hundir û derve wê şerê tifaqa TC-PDK’ê li dijî PKK’ê bê rewakirin.
ANF/BEHDÎNAN