Li gorî wezîrê karê derve yê Fransayê Alain Juppé êdî rojên hejmartî ji bo desthilatdariya rejîma Esad mane û di demek nêz de dê desthilatdariya wî were rûxandin.  Juppé  di hevpeyvîna xwe ya bi ajansa France info re got ku piştî biryara Welatên Ereban a derbarê ambargoyên li dijî rejîma Sûriyeyê êdî cih li rejîmê teng bûye û ew hatiye izolekirin. Juppé di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: Rojên rejîma Esad êdî bi hejmarin û ev tiştekî aşkare ye. Ji aliyekî din ve wezîr Fransayê got ku rê û rêbazên ji bo pêşîgirtina li kuştinê sivîlan gelekî giran birêve diçe.
Ji aliyekî din ve dîsa Juppê bi bîr xist ku ew hêvî dike ku plana ji bo rêvekirina ji hembêzkirin û alîkariya sivîlan re nehtibe jibîr kirin û rêyek ji bo alîkariya sivîlan bê dîtin.
Juppê berê jî gotibû ku hikûmeta wî dê ji welatên ewropayê dîsa bixwaze ku herêmeke tampon ji parastina sivîlan were avakirin.
Ji aliyekî din ve Netewên Yekbûyî jî bi daxuyaniyekê bal kişandibû ser rewşa gelê Sûriyeyê û gotibû ku êdî hewcedariya gelê Sûriyeyê bi xurekan heye û pêwîste al,îkariya xwarinê bi wan re bê kirin.

DYA kêştiya şer dişîne

Ji aliyekî Rûsyayê gemiyên xwe yên şer li peravên deryaya spî bicih kirine ji aliyekî din ve gef û fortên rayedarên hikûmeta Tirk berdewam dikin û niha jî gemiya şer a bi navê George Bush ya  Amerîkayê dê ji Kendavê bê herêmê. Amerîka bi boneya her rûbirûyek ligel Sûriyê, keştiya şer a bi navê George Bush ji Kendava Ereb dişîne kenarên Sûriyê. Li gor Klarnews, Amerîka keştiya şer a George Bush ku dikare 70 firoke û vîzeyan hilgire, 48 firokeyên şer ji Kendava Erebî ligel hêjmarek keştiyan dişîne kenarên Sûriyê.
Keştiya George Bush yekşema borî ligel hêjmarek keştî û qayîkên şer ji Deryaya Sor ber bi deryaya navîn ve xiste tevgerê.
Ji ber şiddeta ku rejîma Beşar Esed li beramberî xwepêşanderên ku dixwazin rejîmê hilweşînin dike, duh Wezîrên Derve yên Welatên Ereb biryara sepandinên aborî li ser Sûriyê girtin.

Leşkerên veqetiyayî

Ji aliyekî ve serokê Konseya Netwî ya Stenbolê Burhan Xelyun bang li leşkerên veqetyayî ên ku navê artêşa azad li xwe dikin kir ku heta ji wan were bila çalakiyên wan tenê ji bo parastinê bin. Ev yek jî dide xuyakirin ku dibe ew leşkerên veqetyayî bi kordînasyona meclisa stenbolê û hikûmeta Tirk tê meşandin.
ji aliyekî din ve Wezîrê karê derve yê Urdunê Nasir Cûde anî zimên ku derdora 100 polîs û leşkerên Sûriyeyê di 8 mehên dawîn de hatine Urdunê. Cûde destnîşan kir ku leşker û polîsên ku hatine Urdunê piraniya wan kesên ku nû dest bi leşkerî û polîstiyê kirine. Bi vî awayî Cûde guftûgoya vekirina derê Urdunê bi vê daxuyaniyê jî piştrast kir. rayedarên Urdunî daxuyandin k udi meham Îlonê de wan mafê penaberiyê daye 60 polîs û leşkerên Sûriyeyê.
Her wekî ku Yekîtiya Ereban jî biryara dankirinên aborî yên li ser Sûriyeyê da, li bendê ne ku Urdun û Tirkiye jî di kampên li ser sînoran bi taybetî cî û mafê penaberiyê bidin yên ku ji Sûriyeyê birevin an jî kesên li dijî rêveberiya heyî têbikoşin.


 ŞAM/PARÎS