Di nava 3 rojan ev caran duyemîne ku gelê Amazîxî xwepêşandanên girseyî pêk tîne. Amazîx ji hkûmeta demî daxwaz dikin ku nûnerê wan jî di nava vê hikûmetê de hebe û di destûra bigehîn a Lîbyayê de mafê vî gelî ê çandî nasnameya wan were naskirin.
Li gorî ajansa Reutersê nerînên çalakvanekî Amazîxî ê bi navê Silêman Doqe wiha dinvîse: Gelê dixwaze ku serokwezîrê nû lêborînê ji vî gelî bike û dixwaze zanibe ku çima ev gel tê jibîrkirin û piştguhkirin, her wiha Doqe got ku gelê Amazîxî ditirse ku dîsa weke sedema desthilatdariya Lîderê Lîbyayê Muemer Qedafî li wan were û mafên wan werin binpêkirin.
Xwepêşandêrên Amazîxî dikaribûn xwe bighînin ber deriyê serokwezaretiyê û dengê xwe bighînin serokwezîrê Lîbyayê yê hikûmeta demî Abdurehîm El Kêb ku derkete pêşberî xwepêşandêran û li daxwazên wan guhdarî kir.

Kêmnetewe Amazîxî

Gelê Amazîxî derdora sedî 10 ji gelê Lîbyayê ne û ew bi rengekî çalak  tevli şoreşa Lîbyayê ya li dijî rejîma Qedafî bûne. Qedafî tucaran zimanê Amazîxî bi rengekî fermî qebûl nekir. Piranya Amazîxîyan li çiyayê Bin Nifûsa, Xedamis û herêma zewara kut ev girêdayî paytext Trablusê ne dijîn.

TRABLUS