Li ser Şehbayê ambargo heye. Ji ber vê jî xizmetên tenduristiyê bi zehmetî dimeşin. Ji bo bi sed hezaran mirovî tenê nexweşxaneyek heye. Dr. Osman Şêx Îsa li ser encamên ambargoyê axivî û got, ji ber kêmderfetan mirov can didin.

 

ROJ DENÎZ / HÎVDA HEBÛN / ŞEHBA

 

Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir bi sed hezaran mirov neçar man koçî Şehbayê bikin. Mirovên li vir di nava şert û mercên giran de ne. Li herêma Şehbayê ku qadeke berê ya şer bû pirsgirêkên giran ên tenduristiyê lê hene. Ji nexweşiyên kanserê heta yên şekir, her wiha nexweşiyên çerm ên ji ber bermahiyên şer û bêderfetiyê gelek nexweşî li herêmê rû dane.

Ji ber ambargoya li ser Şehbayê û dorpêça çeteyan derfetên tenduristiyê jî nayên peydakirin. Li herêmê tenê nexweşxaneyek heye. Nexweşxaneya Avrîn ku piştî dagirkirina Efrînê bi derfetên kêm li herêmê ava bû û her wiha 11 nuqteyên tenduristiyê yên Heyva Sor a Kurd hene. Lê belê ji ber kêmaniya bijîşkan, cîhaz û dermanan nexweşxane û nuqteyên tenduristiyê têrê nakin. Pisporê nexweşiyên jinan û endamê rêveberiya nexweşxaneya Avrînê Dr. Osman Şêx Îsa qala rewşa tenduristiyê û pêwîstiyên gel kir.

Ji ber kêmderfetan gelek kesan can da

Îsa diyar kir ku destpêkê di nava şertên giran de û ji ber pêwîstiyên mecbûrî rêveberiya xweser û komîteya tenduristiyê Nexweşxaneya Avrînê ava kirin û got, “Di destpêkê de Heyva Sor a Kurd li gorî pêwîstiyan nuqteyên tenduristiyê ava kir. Lê belê têrê nedikir. Ji ber ku tenê mûayenekirin û derman têrê nedikir. Ji emeliyatê heta tedawiyê pêwîstî bi gelek derfetan hebû. Li ser vê yekê me dest bi avakirina Nexweşxaneya Avrînê kir. Dema ku me nexweşxane ava kir derfet gelekî kêm bûn. Ne doktorên me yên pispor hebûn ne jî derfetên ji bo peydakirina dermanan û ne jî derfetên emeliyatê hebûn. Ji ber vê yekê mixabin gelek welatiyên me jiyana xwe ji dest dan.”

   

Tenê nexweşxaneya Avrîn heye

Îsa diyar kir ku nexweşxaneya Avrînê ne tenê xizmetê dide şêniyên Efrîn û Şehbayê û got, “Nexweşxaneya Avrînê veguherî navendekê ku xizmetê dide tevahiya herêmê. Ji Helebê gelek nexweş tên vê deverê û derman dibin. Biryareke rêveberiya nexweşxaneyê nîne ku ji bilî penaberên Efrînê kesî tedawî neke. Ji bo her kesê tê li gorî derfetan xizmet tê pêşkêşkirin. Ji Helebê, ji Nûbil-Zehra û bajarên din nexweşên me hene. Ji ber ku li Helebê emeliyat an jî mesrefên tedawiyê gelekî giran in. Lewma mirov dema derfet dibînin tên vê deverê, ji ber ku em bêpere xizmetê ji mirovan re dikin.

Tenê ambûlanseke me heye û li herêma me jî gelek nexweşên giran hene. Di heman demê de pirsgirêka rê jî heye, nexweşên ku divê bi lezgînî biçin Helebê nikarin biçin. Ev yek jî dibe metirsî li ser jiyana nexweşan, her wiha carna nexweş jiyana xwe ji dest didin.”

Rojê 800 nexweş

“Em timî bi Heyva Sor a Kurd re di nava plansaziyekê de dixebitin. Tevî ku li 11 nuqteyên tenduristiyê û nexweşxaneyê xizmet tê pêşkêşkirin jî têrê nake. Li gorî hejmara meha derbasbûyî 23 hezar 256 nexweşan serî li nexweşxaneyê dan. Li gorî Heyva Sor a Kurd 24 hezar nexweşan serlêdan kirin. Rojane derdora 800 heta 900 mirov serî li nexweşxaneya me didin.”

Pêdivî bi alavên bijîşkî heye

Bi taybetî pêwîstiya me bi dermanên li dijî nexweşiyên şekir, dil, psîkolojîk û pêvedana dûpişk û mar heye. Ji ber ku ew derman li gel me nîne. Her wiha beşa me ya nexweşiyên zarokan nîne. Ji ber ku doktorên me yên zarokan nînin. Her wiha divê pêwîstiya xwarinê û şîr ji bo zarokên nû ji dayik dibin û digihêjin heta temenekî bên peydakirin.

Herî dawî em rexneyê li hemû saziyên navneteweyî dikin. Bi ti awayî piştevanî bi gel re nekirine. Civaka navneteweyî li pêşberî mirovên li vê herêmê gelekî xemsar e. Em tenê tiştekî ji wan dixwazin; ji bo bidawîbûna ambargo û dorpêçkirina Şehbayê bibin alîkar û ji bo xizmeta tenduristiyê piştevaniya gel bikin.”