XALID HESEN / FATME ÎBRAHÎM ANHA / EFRÎN 


Bi hatina zivistanê re bi hezaran  penaber û koçberên li Kampa Robar û Kampa Şehba yên herêma Efrînê bi cih bûne diyar kir ku rewşa wan xirabtir bûye û bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku alîkariya wan bikin.

Penabwer û koçberên di kampên Robar û Şehba yên herêma Efrînê de ku ji ber hovîtiya çeteyên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ya dagirker koçber bûne, ev nêzî sê salan in bi kêmderfetan di van kampan de dimînin. Nemaze ev koçber ji aliyê rêxistinên alîkariya insanî yên navnetewî ve hatine paşguhkirin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Efrînê bi hemû hêza xwe hewl dide alîkariya van koçberan bike, tevî ku herêma Efrînê ev çend sal in rastî ambargoya bi destê rêjîma Sûriyeyê û komên çete yên girêdayî artêşa Tirkiyeyê ya dagirker  tê. Di encamê de gelek pêdiviyên welatiyan nayên peydekirin.

Girêdayî mijarê koçbera bi navê Eyşe Mihemed a 60 salî behsa astengiyên xwe di kampê de kir û got, bi hatina zivistanê re rewşa wan xirabtir bûye û zarokên wan ji ber sermayê bi gelek nexweşiyan rû bi rû ne. Eyşe got, wan heta niha ti alîkarî ji rêxistinên insanî wernegirtiye. Pêdiviya zarokên kampê her wiha bi hewcedariyên zivistanê û dibistanê yên weke sobe û sotemeniyê, cilûberg, pirtûk û defteran jî heye.

Koçbera bi navê Hena Cuma ku ji devera Henderat a rojhilatê Helebê koçber bûye, diyar kir ku ew nikare pêdiviyên zarokên xwe peyde bike û nikare cilûbergên zivistanê jî bikire û wiha peyivî: “konê em tê de, ji ber ku kevn e, dilopan dike. Em ditirsin ku di bahozeke zivistanê de bi ser serê me de bikeve.”

Koçberan bang li rêxistinên alîkariya insanî yên navnetewî kir da ku alîkariyê bidin wan û bi erka xwe rabin.

Endamê Rêveberiya kampa Robar, Zekî Îbiş diyar kir ku ambargoya li ser herêma Efrînê hişt ku ew nikaribin gelek pêdiviyan ji koçberan re peyde bikin û derfetên wan sînordar in û wî jî ji aliyê xwe ve bang li rêxistinên insanî kir da ku bi erka xwe rabin.