Nûnerên KCDʼê û partiyên Kurdan çûn serdana Mexmûrê ku ji şeş mehan zêdetir dor lê girtiye. Nûneran di serdanê de diyar kir ku ambargo ne ya qebûlkirinê ye û ji bo ambargo were rakirin ew ê hewl bidin.

Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk, endamê rêveberiya Partiya Demokrata Kurdistanê ya Tirkiye (PDK-T) Hozan Kardaş, Serokê Partiya Însan û Azadîyê (PÎA) Mehmed Kamaç, endamê Rêveberiya Partiya Azadî Cemal Sati, Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran û Hevserokên Nûnertiya HDP’ê yên Hewlerê weke heyetekê çûn serdana Wargeha Penaberan a Mexmûrê.

Heyet ji aliyê Hevserokên Meclîsa Gel, Meclîsa Îştar û Hevşaredarên Wargehê ve hatin pêşwazîkirin. Piştre heyet derbasî Meclîsa Gel bû û li wê derê li ser rewşa dawî ya kampê bi Hevserokên Meclîsa Gel û Hevserokên Meclîsa Îştarê re axivîn.

Heyet dûre derbasî “Saziya Malbatên Şehîdan” bû û li wê derê ji aliyê bi sedan şêniyên wargehê ve hatin pêşwazîkirin.

Li ser navê xelkê Mexmûrê, Hevserokê Meclîsa Gel Hecî Kaçan xêrhatina heyetê kir û ji bo serdanê spasiya wan kir.

Divê Kurd dijminê xwe nas bikin

Piştre Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk Berdan Ozturk axivî. Ozturk ji bo pêşwazîkirinê spasiya şêniyên kampê kir û got: “Wek tê zanîn gelê Mexmurê wek gelê Botanê di salên 1990’an de ji ber zilma dewleta Tirk berê xwe da Başûrê Kurdistanê û serî ji zilma dewleta Tirk re netewand. Herçiqasî dagirkeran Kurdistan weke Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava xistibin çar parçe, lê ji bo gelê Kurd Kurdistan yek parçe ye. Em nahêlin me ji hev veqetînin. Em wek Kongra Civaka Demokratîk û wek partiyên Bakur, ji nêz ve rewşa Mexmûrê dipirsin û hewldanên me didomin. Ev ambargo û êriş nayên qabûlkirin. Pêwîst e ku Kurd bi Kurdan re dijminahiyê neke. Li ti devera cîhanê dewletek dostê Kurdan nîne. Ji bo gelê Kurd nebe xwedî îrade, dewleta Tirk dijminahiyeke mezin dike. Pêwîst e ku em Kurd dijminê xwe nas bikin. Çend caran Mexmûr hat bombebarankirin lê ti dewletek hesab jê nexwest.”

Em hewl didin ambargoyê rakin

Paşê Parlementera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran jî têkildarî serdana xwe ya Mexmûrê axivî. Acar da zanîn ku ji bo tifaqa neteweyî ew hatine Başûrê Kurdistanê û got: “Dema ku em hatin Başûr me got em serdana gelê xwe yê Mexmûrê jî bikin. Ji ber ku îro Mexmûr hem ji aliyekî ve di bin dorpêçê de ye û hem jî êrişên DAIŞ’ê li ser hene. Dema ku em hatin vir me dît ku xelkê Mexmûrê di nava şert û mercên zehmet de ye û di tehlûkeyeke mezin de ne. Ji bo rakirina dorpêç û ambargoyê em di nava hewldanan de ne. Em dixwazin dengê Mexmûrê bigihînin her derê.”

Çi ji destê me bê em ê bikin

Serokê Partiya Însan û Azadiyê Mehmet Kamaç jî diyar kir ku ew ê heya dawiyê ji bo rakirina dorpêça li ser Mexmûrê di nava hewldanan de bin û tişta ji destê wan were ew ê ji bo Mexmûrê bikin. 

 

ANF/MEXMÛR