Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ji bo dorgirtina Kampa Mexmûrê bang li rayedarên hikûmeta Başûrê Kurdistanê kir û xwest ku di van rojên herî dijwar ên vîrûsa koronayê de dorgirtina ji ser Mexmûrê rakin.

Ji meha Tîrmeha 2019’an ve li ser fermana Rêveberiya Başurê Kurdistanê dor li Kampa Mexmûrê hatiye girtin û çûnûhatin lê qedexe ye. Ji ber vîrûsa koronayê jî tê gotin ku jiyana xelkê Mexmûrê di bin metirsiyek mezin de ye. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li ser hesabê xwe yê medya civakî bi vîdeoyekê bang li rêveberiya Hikûmeta Başurê Kurdistanê kir û xwest ku dorgirtina ji ser Mexmûrê were rakirin. Guven di vîdeoya xwe de ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî etîket kiriye, vê bangê dike: “…Mixabin ev demek e, rêveberiya Başurê Kurdistanê dogirtinek (ambargo) daniye ser Kampa Mexmûrê. Em wek siyasetmedarên Bakurê Kurdistanê bang dikin. Em dibêjin gelê me yê Mexmûrê gelek hêja ye û qehreman e. Niha di nava şert û mercên giran de ne. Ji ber belavbûna vîrûsa koronayê jiyana wan di bin talûkeyek mezin de ye. Ji kerema xwe wê dorgirtinê ji ser wan rabikin. Em rica û daxwaz dikin. Em dibêjin kurd li ku dibe bila bibe em ji hevdu berpirsiyar in. Ez jî wek jinek kurd a siyasetmedar, ji rêveberiya Başûrê Kurdistanê rica û daxwaz dikim ji kerema xwe dorgirtinê rakin. Çimkî ev vîrûs vîrûsek gelek talûke ye. Bila miletê me ji ber vîrûsê jî nemire.”

 

ANF/AMED