Kes bila guhên xwe yên bi guharên zêrîn xemilandî kerr neke, bila çavên xwe yên xweşik û bi kilên siphanî biriqandî bi destmalên rengrengî girê nede, bila kes berê xwe nezivirîne, lewra ev çêroka me hemûyan e. Na nexeydin canik û camêrên xoşevîst, xwe sil nekin, li ser me hêrs nebin û birûyên xwe mîna lûleyên çekan cot û hişk nekin. Hûn hemû jî dizanin li vê dinê, li ser beşek ji xaka vê cîhanê bi navê Mexmûrê wargeheke penaberan heye. Em ê îro hewl bidin piçek li dora wê wargehê bigerin, bizivirin û çerx bibin. Di nav şîfre û bingeha nivîsa me de gotara mamoste Şoreş Reşî û Henekên ‘1 ê Nîsanê’ jî hene. Hêja Reşî heftêya borî di rojnameya me de bi sernavê ‘12 Hêlînên Kurdekî’ gotareke bi Tirkî nivîsî. Di gotara xwe de behsa serpêhatiya Kurdekî Rojhelatî dike. Çîroka wî sotîner bû. Kurdê me yê navê wî nehatiye nivîsandin heta gihiştiye Swêdê 12 caran xanman û hêlîn ji xwe re ava kirine, lê di encamê de ew hêlîn û pûngalên wî ji aliyê dijminan ve hatine xerakirin. Guh bidin serpêhatiya biraderî, sal 1981 e. Li çiyayên Rojhelatê Kurdistanê pêşmerge ye. Rojek li dijî artêşa Îranê ya dagirker dikevine cengê. Di encamê de ji dagirkeran 72 kes tên kuştin. Gava diçin ser terman dibînin ku 70 ji wan Kurd in û endamên hêzên .....Partiyê ne. Di nivîseke edebî de xal û bêhnok girîng in. Caran wisa dibe ku guleya bi destê mirov hatî teqandin li dilê mirov jî vegere. Di wêjeya kevin de gotineke navdar hebû, digotin: “Niqteyek dikare çavî kor jî bike.” Baş e mamoste çima xal, an jî niqteyan li dû hev rêzkirine? Camêrê jê re çêroka xwe gotiye, eşkere behsa wan kesan kiriye û di dawiyê de jî dibêje ku heta ‘Ev malbat hebe, Kurd nikarin serfiraz bibin.’ Em werin ser xal an jî xalxalokên nivîskarî. Di bin wan xalan de hewldana veşartina navê hêza ku li gel dijmin êrişê ser Kurdan kiriye, heye. Lê mirov li gel xalên Şoreş Reşî jî baş têdigihije ku ew hêz kîjan e. Em werin ser henekên 1 ê Nîsanê: Gelek ji nazik û nazenînên Kurd yên di cîhana xeyalî de pir çalak in, di 1 ê Nîsanê de daxwaz û mirazên xwe bi ‘henekî’ belav kirin. Hin ji wan gotin:’Li Başûr biryara alfabeya latînî dan!’ Wey bavo, çi kelecan e!’ Hinan ji wan got, ‘Hemû partiyên Kurd biryara serxwebûna Kurdistanê dan.’ Û ev daxwazên ku ji bo gelê Kurd di asta ‘Xeyalên şaîran de ne’ Bi riya tevna civakî belav kirin. Ji wana yên gelek balkêş jî di malpera nivîskarên Kurd ango PENA KURD de hatin belavkirin. Baş e, hevalên navdar û nazdar, hêjayên esilzade û payebilind, mamosteyên xoşdivî werin xwe hêrs nekin û em du kapan bavêjin dawa hevdu. Gelo di rojeva we de, an jî di xeyal û dilê we yên zîz de hîç cihê 12 hezar kesên li wargeha Mexmûrê ku ev nêzî salek e di bin ambargoyê de ne, nîne? Dev ji wan xeyalên bi qasî asîmanî bilind berdin û werin rastiyê. Niha 12 hezar zarok, jin, kal û pîr li wir bi êrîşa Koronayê re rûbirû ne. Eger çareyek neyê dîtin ango ew çembera kujer ji ser wan ranebe wê cîhan temaşa gelkujiyekê bike. Ew gel çima li wir e? Ew wargeh çima li wir ava bû? Herkes baş dizane lê em carekî din jî bînin bîra xwe. Di salên nodî de gelê li herêma Botan ji ber dagirkeran koç kir. Ew gelê ku herî kêm pêncî salan xizmeta pêşmergeyên Başûrî kiribûn û ji wan re bûbûn sîbera li hemberî her cûre êrişê ev car bi xwe li aliyê din dibûn mêvan. Lê mixabin ew gelê ku xwe di ber xwîşk û birayên xwe yên Başûrî de feda dikirin li wir rastî êriş, tecawiz û qewitandinê hatin. Ji wargeha Etrûşê bar kirin çûn geliyê Tiyarê û her wisa çûne ku derê hêzên PDKê da pey wan. Rê nema xwe avêtin bextê Seddamî. Mexmûr wisa hat avakirin, lê ti car û ti dem êriş û tecawizên PDKê ji ser wan kêm nebû. Yên bi rastî jî meraqê dikin dikarin pirtûka Diyar Bohtî ya bi navê Mexmûr bixwînin. Ew kiryarên ku anîne serê wan ne kêmtirê yên dijminan e. Niha jî ambargo danîne, nan, av, derman, alavên paqijiyê ji ser wan birîne. Gelê xwe fedayê namûsa welatekî kiriye bi qirkirinê re rûbirû ye. Werin zanayên hêja, xeyalperestên romantîk, werin qelema di nav tilîkên xwe yên nazenîn de carekê jî ji bo Mexmûrê bilebitînin. Bila ev êrîşa neheq û zalimane ji ser zarokên Mexmûriyan rabe. Hêrs nebin gelî evîndarên azadî û serxwebûnê, hûn çavên xwe jî bigirin û guhên xwe jî kerr bikin ev çêroka we ye jî. Bila serxwebûn, azadî, pênc parçeyên yekbûyî yên welatî tev de yên we bin, hûn kongreyeke neteweyî bidin me besê me ye.