Rêxistina Çand û Hunera Başûr ambargoya ku ev 46 roj in li ser Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) dewam dike, şermezar kir. Rêxistinê da zanîn ku ew vê ambargoyê weke beşek ji dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê dibîne.

Rêxistina Çand û Hunera Başûrê Kurdistanê li navenda xwe ya Silêmaniyê têkildarî ambargoya ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê ve 46 roj in li ser Wargeha Penabaran a Mexmûrê hatiye danîn, daxuyanî da.

Di çarçoveya dagirkeriyê de ye

Endamê Navenda Çand û Hunera Başûrê, Serhed Elî daxuyanî xwend. Di serî de ambargo hate şermezar kirin û hat gotin, ambargo siyaseteke dewleta Tirkiyeyê ye û PDK'ê wê bi cih tîne. Serhed Elî wiha dewam kir: “Ev ambargo xiyaneteke nîştimanî ye û di çarçoveya dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê ed pêk tê. "

Di dewama daxuyaniyê de bang li raya giştî hat kirin da ku li dijî ambargoyê dengê xwe bilind bike. Serhed Elî got, ambargo bûye sedema xirabûna jiyana asayî, wî bi bîr xist ku heta niha ji ber ambargoyê du jinên ducanî zarokên xwe ji dest dane, bi sedan karker ji karê xwe bûne û xwendarên zaningehê nikarin biçin bixwînin.

 

 ROJNEWS/SILÊMANÎ