Rêxistina Tevna Hevpar serdana Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kIr û daxwaz kir ku dorpêça li ser Mexmûrê tavilê were rakirin.
Dorpeça ji aliyê rêveberiya Hewlêrê ku li ser Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) hatiye danîn ji 100 roj zêdetir e dom dike. Herwiha penaberên Mexmurê di aliyê jiyanî, tendûrîstî, aborî û xizmetguzarî de zorê dibînin.
Têkildarî vê rewşê şandeyek ji Tevna Rêxistina Hevpar serdana Wargeha Mexmûrê kir. Pîştî şopandina rewşa kampê şandeyê doh serdana Ofîsa Parlementoya Herêma Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê kir û piştî serdana xwe daxuyaniyek da.
Kewser Mihemed Emîn Qadir daxuyanî xwnend û got, “Hêjmara penaberên kampê zêdeyî 12 hezar e. 12 hezar penaberên ji Bakurê Kurdistanê nêzî 25 sal in li vê wargehê dimînin. Niha rewşa wargehê di aliyê aborî, jiyanî û tenduristî de gelek xirabe. Pêdiviyên tenduristî gelek kêm e. Di vê mijarê de em daxwaz dikin ku Parlementoya Herêma Kurdistanê erka ku dikeve ser xwe pêk bîne.”
Bîryardera Licneya Mafê Mirovan a Parlementoya Herêma Kurdistanê Bedriya Îsmaîl jî têkildarî serdana şandeya Rêxistina Tevna Hevpar axîvî û da zanîn ku ew ê daxwaza wan bighînîn cihên pêywendîdar û bigihînîn Serokê Parlementoyê.”
ROJNEWS/SILÊMANÎ