Ambargoya li ser wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) 219 roj li pey xwe hişt. Parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistanê diyarkirin ku ew ê li ser mijarê nivîsekê radestî lijneya Mafê Mirovan a parlamentoyê bikin. Parlamentera banga rakirina ambargoyê kirin.

Çeteyên DAIŞ’ê di dema ambargoyê de 2 caran êrişî wargeha penaberan kirin. Heya niha parlamentoya Herêma Kurdistanê jî bi awayek fermî ti daxuyaniyek li ser ambargoyê nedaye. Li ser vê mijarê parlamenterên parlamentoya Herêma Kurdistanê axivîn.

Parlamentera parlamentoya Herêma Kurdistanê Gulistan Seîd ya li ser fraksiyona Tevgera Goran e, got, pêwîstiya şêniyên wargehê hîn zêdetir bi parastinê heye. Gulistan da zanîn ku nabe ji ber ambargoyê jiyana xelkê penaber xirabtir bibe. Ew jî mirov in, û Kurd in. Ji bo vê pêwîst e ku ew ambargo were rakirin.”

Gulistan balkêşa ser êrişên li ser wargehê jî û da zanîn ku ambargo bûye sedemê êrîşên dijmin li ser wargehê.

Parlamenterê Yekîtiya Nîştimana Kurdistanê (YNK) Karwan Gezneyî jî got, ew ê nivîsek radestî lijneya Mafê Mirovan ya parlamentoyê bikin.

Gezneyî li ser êrişên çeteyên DAIŞ’ê jî diyar kir ku ew lêkolînê dikin, ji ber ku metirsiya çeteyên DAIŞ li ser temamê Herêma Kurdistanê de heye. Ji bo vê jî Gezneyî got, divê tevahî herêm were parastin da ku çeteyên DAIŞ nekaribin êrişî ti deverê bikin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN