Rêxistina HDP'ê ya Amedê ji bo piştgiriyê bide çalakiyên greva birçîbûnê û balê bikişîne ser tecrîdkirina Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya "Demokrasî, Azadî û Edalet" wê di 19'ê Çile de mîtîngê pêk bîne. Komîteya Amadekar ji bo mîtîngê miracaetên fermî kiribûn. Doh destûra mitingê hat dayîn. Mîtînga HDP'ê ya Amedê wê di 19'ê Çile de saet di navbera 12.00 û 16.00'an de pêk bê. Serokê Komîteya Amadekar a Mitîngê, Ramazan Kaval diyar kir ku 19'ê Çile Roja Şemiyê saet di navbera 12.00 û 16.00'an de ew ê li Meydana Îstasyonê mîtîngê pêk bînin. Kaval bang li her kesî kir da ku beşdarî mîtingê bibin û hestiyar bin.
MA/AMED