Mîmarê Peyzajê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yucel Akay der barê xebatên tên kirin de agahî da û diyar kir ku ew bi jinên ku vê xebatê dikin re ji bo 2 mehan peyman çêkirine û wiha berdewam kir: "Jin gelek jêhatî ne, karên 2 mehan dê meheke de bi dawî bikin. Karê niha dê hefteyeke de biqede." Akay destnîşan kir ku ew wekî şaredarî ji bo ku zivistanê jî li bajar dîmenên estekîk hebe û welatî di warê psîkolojîk de xwe rehet hîs bikin kulîlkan diçînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Karê çandiniyê îsal me da komek jinên li Komeleya Sarmaşikê dixebitin. Em ji ber encamên heyî kêfxweş in. Ji ber kevneşopiyên feodal ên civakê zilam dihatin xebitandin lê em ji wan zêde encamê nagirin."
Rêvebera Komeleya Sarmaşikê Muge Tuzcu jî diyar kir ku ew alîkariyê didin malbatên ku ji jîngeha kedê hatine qûtkirin û wiha got: "Her tim em îstîhdama jinan difikirin. Peşniyarkirina Şaredariyê Bajarê Mezin a Amedê ji bo me fersendeke girîng bû." Tuzcu der barê pojeyê de wiha axivî: "Xebata jinan a di qada çandiniyê de ji bo me girîng bû. Jinên ku me hilbijart ên ku ji Komeleya Sarmaşikê hem alîkariya zadê digirin hem jî dayikên, zarokên ku ji Projeya Piştgiriya Perwerdehiyê alîkariyê digirin in."
AMED