Starta Rojên Şanoya Amedê bi merasimekê hate dayin. Di merasîmê de Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli ji amade bû.
Şanogerên Amedê wê çend rojan berhemên xwe yên şanoyê ku piranî vegotina çand û hunera Bakûrê Kurdistanê ye, nîşan bidin.
Hevserokê şaredariya Amedê, Firat Anli li vir axaftinek kir û destnîşan kir ku ew kêfxweşin îro li virin û got: “Hemû hewildanên me ewe ku peywendiyên di navbera Dihok û Amedê de di warê hunerî, çandî, siyasî û aborî de roj bi roj baştir bibe.” Firat Anli diyarkir ku divê hemû parçeyên Kurdistanê çanda hev nas bikin û dazanîn ku ew ji bo vê di nava hewildanan de ne.
Hevserokê Şaredariya Amedê dazanîn ku ew bi navê xelkê Amed û Bakûrê Kurdistanê amade ne ku li Zaxo, Dihok, Hewlêr û Silêmanî bihvre di nava peywendiyên baş de bin û bihevre xebat bimeşînin. Anli herwiha got ku di meha pêşiya me de li Amedê pêşengeha pirtûkan heye û ewê xelkê Dihokê jî vexwenin.
ARAS HISÊN/ROJNEWS/DIHOK