30 Can, 30 kezebên dayikan, 30 ciwanên hêvî û rindî tijî, 30 hêviyên mirovahiyê êdî kenên zarokan nateyîsînin, mîna kulîlkên çilmisî li ezmanê welatê min melûl dinêrin, li gel bi sedan birîndar. Em çawa hatin vê rojê?
Dema em gav ber bi rojên rabirdû, dîroka bi qirêj ve davêjin, dibînin ku hin rastî hene, gelek beloq û zelal in, hele li gel wê dema pêkhatina rûdanan wek morîkên tizbiyekê li pey hev rêz dibin, êdî tu guman namînin, hertiş mîna ava zelal ronî dibe.
Piştî dewleta tirk xwerû ya bi serkariya AKPê li Zapê, Oramarê, tevahiya Hekarî û bi grevên birçîbûnê kete tengasiyê, dest bi dek û dolaban kir. Ji wan xiniziyan yek qaşo nêzîkbûna çareseriyeke di nava aşitiyê de bû. Yek jî bi tevlihevbûnên di erdnigariya ereban de ku xwedigiravî bi navê „Bihara Ereban“ hate lansekirin re, sextekariya bav û kalan anî bîra wan. Bi vê mabestê; li aliyekî xwestin şer ji nav sînorên Tirkiyê derxin, li aliyê din girêza ji nû ve avakiririna imparatoriya osmaniyan bi devê wan ket.
Dema li Misirê Mursiyê birayê wî çû kêlerê, piçek tirsiya, lê mijara Suriyê, piştgiriya Saudî û Katarê bijiya wan ya av devketî kişand. Lema Serokkomarê wan gotibû „ha ket ha bikeve!” Bi serkeftina Rojava di kesayetiya Kobanî re hêvîya împaratoriya osmanî têkçû, vê carê jî xwest bibe “serokdewlet”, ji bo vê hêviya wî bi kurdan nemabû, xwest nijadperestan bikişîne aliyê xwe. Lema her rê û rêgez, heta qanûnên dewleta xwe jî bin pê kir. Lê dit ku nikane bi serkeve, jiwê mafya xwe ya kesk xiste nava tevgerê.
Li her derê êrişên ofîsên HDP kirin. Nebû. Navê Efkan û mefkanan kete rojevê. Provokasyona Agirî bi ser neket, xwestin li Edene û Mersînê kujeriyên mezin pêkbînin. Ew jî li gor daxwaziya wan nemeşiyan. Û mîtînga Amedê, mafya wî gasikê destê xwe yekê Daişî anî û bikaranî, çar şehîd û bi sedan birîndar. Li Kanîreşê, li Erzurimê gasikên xwe kirin nava tevgerê û can ji me girtin.
Gelê me hemû hewldanên wî di qirika wî de hîşt, roja 7 pûşperê bi awayekî silbûyî di koşka qaşo spî de serî li dîwaran da. Gava Girê Sipî jî ji destên JÎTEM a kesk hate rizgarkirin li koşka qaşo sipî bû şîrqîna ewran. Xwest leşkerê di bin fermana xwe de têke Surî û li ser şer dîktatoriya xwe li Enqera bêbext bide rûniştin. Lê realîte tiştek din bû, ew bombe jî di sere wî de teqiya.
Xwîna wî ketiye çavên wî, dixweze bi awayekî şer derxe, artêş li her derê kiriya nava tevgerê, mafya wî ya kesk li her derê kemînan datîne. Li Erdexanê canek din ji kezeba me qetand, nebû dest bi sotina daristanan kir. Cudî cudiya Nûh, Cudiya Uta Na Pîştîm, Cudiya li gor efsaneyên baweriyê mirovahî bi nû ve afirandî, xwest di nava agirê dojehê de bifetisîne. Nebû, Uta Na Pîştim nehîşt. Agir berda geliyê Gordonê û Pîranê, lê bi wan jî dilê wî rihet nebû. Û Pîrsûs deriyê serhildana Kobanî rawestgeha çapemeniya cihanê guhezand gola xwînê. 32 ciwanên dilferişte tenê bi hestê başî û hêviyên siberojê dagirtî ji dilên dayîkan qetandin, ji kenên zarokan bêpar hîştin.
Ewlehiya me
Divê em hinek jî li xwe mikûr werên. Em guhfire ne, dilê me paqij û zelal, ji me wetrê her kes wisa bi mirovî difikirin. Em qirêjiya wehşetê ji bîr dikin, ewlekariya xwe didin destên celadên xwe. Û encam!. Divê em xwe biguherin, bi guman nêzîkê her kesên ku em nasnakin bibin. Em ewlekariya xwe li ser polêsên bi kêmasî beşek wan endamên mafya kesk in, nehêlin. Di civin û xwe pêşandanan de her kesî ji ta û derziyê kontrol bikin. Her kom hajî xwe hebe ku kesên bi guman nekeve nava wan. Lê kanê agirkujên şaredariyan, ma mirov dikane ewlehiya heyiyên xwe li ser dewleta ku guhestine mafya kesk bihêle? Na na. Bese e!