
Delegasyoneke bajarê mezin a Amedê ji pêr ve li bajarê Elmnayayê Bonnê ye. Delegasyon bi pirranî ji endamên komeke xebatê ne ku ji bo pêvajoya ketina Lîsteya Mîrateya Çandî a UNESCO´yê ya Bedena Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê kar û baran bi rê ve dibe. Vê Koma xebatê (Birêveberiya Meydanî ya Çandî ya Bedena Diyarbekrê û Baxçeyên Hevselê) li ser navê Bajarê Mezin ê Amedê û bi erêkirina wezareta çandê ya Tirkiyeyê par meha Çile miracaetî Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCO´yê (WHC) kir. Vê hefteyê ev komîte li Bonnê dicive û wê biryara dawî bide li ser miracaeta Amedê. Piştî vê miracaetê li ser navê WHC´yê saziya ÎCOMOS şand Amedê da ku binihêre ka nirxekî bilind ê gerdûnî yê Bedenên Amedê û Baxçeyên Hevselê heye yan na. Vê saziyê di rapora xwe ya weşandî de erê kir ku Amed xwediyê nirxekî bilind ê gerdûnî ye di warê çandî û tebîî de. ÎCOMOS´ê di heman demê de got, miracaeta Amedê dikare were qebûlkirin. Ev rapora ÎCOMOS´ê girîng bû, lewma heke wan miracaet red bikira, hingê komîteyê wê miracaet hîç nenirxanda. Lê li ser rapora wan a erênî şensê Amedê heye ku bikeve lîsteya UNESCO´yê ya Mîrateya Cîhanî. Ev biryar herî dereng wê 5´ê Tîrmehê were dayîn. Der barê mirjarê de em bi endamê delegasyona Şaredariya Bajarê Mezin ê Amedê Ercan Ayboga re peyivîn.
Birêz Ayboga, weke heyeta Bajarê Amedê hûn li Bonnê ne, rewşa miracaeta we niha çi ye; taybetmendiyên wê çi ne?
Miracaeta me piştî rapora ÎCOMOS´ê ya erênî li Bonnê tê nirxandin û em bi hêvî ne ku WHC biryara dawî erênî bide. Pirraniya miracaet û projeyên ketina Lîsteya Mîrateyên Cîhanî a UNESCO´yê ji aliyê dewletan ve tên birêvebirin û hilgirtin. Qismekî din jî ji aliyên şaredariyan û bajaran ve. Taybetmendiya projeya me ew e ku ji destpêkê ve Rêxistinên Civaka Sivîl jî destek danê. Barê herî giran li ser milê şaredariyê ye, mesrefên amadekirina miracaetê, komên xebatê... hemû li ser milê şaredariyê ne. Halê hazir wezareta çandê ya Tirkiyeyê jî destekê dide, jixwe miracaeta fermî bêyî erêkirina wan pêk nayê.
Gelo karûbarê restorasyonê dewam dike, yan hûn li benda biryara Komîteya UNESCO´yê ne?
Heta niha restorasyonek, yan jî xebateke avakirinê ya mezin nehatiye kirin. Birêveberiya Meydanê planek amade kir. Di vê planê de gelek pêşniyar proje hene di wê biwarê de ka Bedena Diyarbekirê û Baxçeyên Hevselê çawa dikarin baştir werin paraztin. Çi û çawa divê were restorekirin jî beşek ji vê ye. Niha ev xebat nayên birêvebirin. Herçî Bedena Diyarbekirê ye ser bi wezareta çandê ye. Meydanên derdora bedenê yên çaredariyê ne û Baxçeyên Hevselê jî milkên arizî ne ên di nava meydana erka şaredariyê de ne.
Xebatên restorasyonê rawestiyane, lewma Komîteya UNESCO´yê got, niha van karan rawestînin, em ê bi hev re plana birêveberiya xebatan bisêwirînin. Piştre xebatên restorasyonê û karûbarên din dikarin destpê bikin. Mesrefên restorasyonê hingê wê ji aliyê dewleta Tirk ve were dayn, lê mesrefê mayî yîn din hemû wê ji aliyê şaredariya Amedê ve were dayîn. Weke mînak divê li nava bajêr bilindahiya avahiyan li gorî cih bi sê qatan yan jî bi du qatan were sînordarkirin. Mesrefên derkevon holê hemû wê ji aliyê şaredariyê ve werin dayîn.
Di nava vê hefteyê de Komîta UNESCO´yê biryarê dide, weke bajarê Amedê hûn çi qasî amade ne ji biryareke erênî re?
Li gorî ÎCOMOS´ê divê mekanek xwedî nirxekî bilind/neasayî yî gerdûnî be ji bo ku bikeve lîsteyê. Bi rapora wê jî hat piştrastkirin ku nirxekî bi vî rengî yî Amedê heye. Tirs û fikarên Komîteyê hene ka gelo plana me sêwirandî di biwara mirovan û mekanan wê di rastiyê de paşê were pêkanîn yan na. Par ev fikarên xwe îfade kirin, van çend mehîn bihurî bersiva pirsan hat dayîn da ku ev fikar nemînin. Ev pirs û fikarên heyî bi qasî ku em haydar in êdî nemane.
Planên UNESCO´yê carinan zerarê dikin li reseniya mekanan û jiyana li wan. Gelo hûn amade ne ku maneya civakî û medenî ya Bedena Amedê û Baxçeyên Hevselê ji bo Amedê biparêzin, yan hûn ê her pêşniyaza UNESCO qebûl bikin?
UNESCO bi serê xwe biryara dawî li ser karûbarê divê were kirin bi kitekit nade. Dewlet yan jî şaredariya deverê vê biryarê didin. Em bîrewer û bi tehlûkeyan dizanin; em dizanin ku divê em haydar bin ku xelkê li deverê bi kirêyên bihatir, yan jî mesrefên zêdetir ên debarê re rûbirû nebe. Em naxwazin mirovan ji cihê wan bikin. Wê hin avahî werin restorekirin, bi wî awayî ku mirovên tê de karibin paşê jî tê de bimînin. Navenda bajêrê kevin a Amedê mezin e, herî kêm 60 hezar mirov lê dimînin. Û ev bajarekî zindî ye ku divê bi vê zindîtiya xwe were parastin. Di heman demê de divê em misoger bikin ku ev mirov dem dirêj, mesela ji ber hatina zêde ya turîstan, zirarê nebînin. Di plana me de parastina şêniyan û destekdayîna wan jî heye.
Doh li pêşberî avahiya civîna Komîteya UNESCO´yê çalakiyek li dijî avakirina Bendava Ilisu hat lidarxistin. Reaksiyona delegasyona tirk a wezareta çandê çawa bû?
Hîç baş nebû. Pêşî xwe nêzîk kirin, da ku bimînin ka çi ye. Ji ber kuk navê Ilisu jî dîtin. Paşê dema dîtin Kurd in û sembolên Kurdî hene, ji wê derê bi dûr ketin.
LUQMAN GULDIVÊ
Çalakî ji bo Heskîf û Avzêmên Iraqî
Doh beriya ku WHC li Bonnê li avahiya World Conference Center Bonn bicive, Înîsiyatîfa Parastina Heskîfê û Avzêmêm Iraqî li pêşiya avahiyê çalakiyeke protestoyî li dar xist. Beşdarên çalakiyê xwestin Heskîf di lîsteya UNESCO´yî ya Mîrateya Cîhanî de were bicihkirin û avakirina Bendava Ilisu ya li ser Dîcle were rawestandin.
Beriya merasîma vekirinê ya civîna 39. a WHC´yê di navbera 28´ê Heyîranê û 7´ê Tîrmehê de qederê sed kesî li pêşiya avahiya kom bûn. Çalakgeran pankarta li ser nivîsandî "Heskîfê û Avzêmên Iraqî niha lîsteyê zêde bikin" û "Avakirina Bendava Ilisu rawestînin, Mîrateya cîhanî ji texrîbkirinê xilas bikin" hilgirtin.
Înîsiyatîfê bi bîr xist ku Tirkiye red dike ku Heskîf û peravên Dîcle li lîsteya mîrateyîn cîhanî were zêdekirin tevî ku % 90´ê xelkê deverê li dijî avakirina bendavê ye û Heskîf û peravên Dîcle ji 10 pîvanên mîrateya cîhanî yîn WHC 9 bi cih jî tînin. Înîsiyatîf dixwaze ku avakirina bendavê û texrîbkirina nirxên çandî û tebîî tavilê raweste û bi vê çalakiyê di heman demê de jî rexneyan li heyeta Iraqî bike ku heta niha pirr kêm tişt kirine ji bo parastina Avzêmên Iraqî û rawestandina bendava Ilisu.
BONN