Hosteyê ûdê yê Ermenî Ûdî Yervand (Yervand Bostanci) ji Amedê surgunî Stenbolê bû. Û ji wir jî surguniya duemîn a ber bir parzemîna dûr Emerîvayê ve jiya. Piştî 28 salan bi vegera xwe hewl dide birînên ku surguniyê di dilê wî de vekirine bi ba, av û jiyana li Amedê bikewiîne.
Ûdî Yervand diyar dike ku tehma meftûneya Amedê, mertbûna Amedê, bavê xwe Kekê Yako, taybetiya pûşiya li Konaxa Cemîl Paşa tê çêkirinê, bi muzîka xwe vedibêje.
Ûdî Yervand vegera xwe ya Amedê ya du sal berê wiha vedibêje: „Ez 28 salan ji Amedê dûrbûm lê ji ruh û xewnên min derneketibû. Di ecamê de yên ku min li pey xwe hiştibûn mîrate, êş û hezkirinên min bûn. Lê ez ji bajarê xwe qût bûm û min nedizanî ez careke din bi kîjan nasnameyê an jî bi şeklekî çawa vegerim. Yanî em dikarin ji vê re bêjin rewşa ‘xeyidînê’. Mafê min bû ku ez jî vegerim Amedê û beşdarî mîhrîcana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bibim. Du sal berê em çûn taxa min. Me cînarên xwe yên berê dîtin. Li ber mala me ya hilweşiyaye min stranek xwend. Piştre min li ser dîka li taxa me hatiye avakirin, stran striyan. Hevşaredar, rewşenbîr û welatiyên taxê govend girtin. Ew dik gelek cuda bû. Mîna ku li wê dikê Ûdî Yervand şiyar bû û ket kesayetek din. Ez fikirîm û min got: Ez kurê Kekê Yako yê Ermenî yê Amedê me. Min got çima ez paşeroja xwe hilnegirim.”
Evîndarî û çîroka sûrgûnê
Yervand diyar mijûlbûna xwe ya bi muzîkê re jî wiha bibîr anî: „Min derbukavan Kel Beşo mînak digirt. Min digot ez mezin bibim ezê bibim Kel Beşo. Hosteyê min yê herî mezin yê muzîkê bavê min Kekê Yako ye. 28 sal şûnde ev vegeriyam Amedê. Di Hezîrana 2004’an de li taxa Hasirliyê li kolana Karadenîz berbi mala me ya hejmara 27 meşiyam. Min evîn, pevçûn li vê taxê li vî bajarî hîn kir. Çîroka min ya surgunê jî bi evîndariya ciwanekî Ermenî ya jineke Musliman dest pê dike.
Ez 18 salî bûm, li dawetekê evîndarê keçek Kurd bûm. Dema ji kar derdiketim ji dur ve me li hev dinihêrt. Keçik li atolyeyek konfeksiyonê dixebitî. Piştî yên atolyeyê ferq kirin, çîroka koçberiyê dest pê kir. Gotin ‘gavûr lawê gavûr’ û l imin xistin. Husumet mezin bû. Em neçar man mala xwe bihêlin û biçin Stenbolê. Sal 1976 bû. Ji xwe di sala 1974’an de wek bajarên din yên Anatolyê, bajarê Amedê jî xera bibû û ji bo Ermenî, Yahudî, Ermenî û Keldaniyên din rewş aloz bibû. Li Amedê zarokan pêşî li Papazan digirtin. Dêr dihatin kevirkirin.”
FERHAT ARSLAN/ANF/AMED