Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê, bêyî ku bi Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bişêwire, erdê 290 hektar ku ji Daristana Bajêr re hatibû veqetandin, da leşkeriyê. Di civîna aboriyê de ya ku Konseya Bajêr a Amedê her sal pêk tîne, endamên konseyê biryara şopandin û xwedîderketina li Daristana Bajêr girtibûn. Biryar ew bû ku, bi taybet dê Konseya Bajêr û Meclîsa Ekolojî ya Mezopotamya, ji vê mijarê berpirsyar bin.


Her roj çalakî 

Konseya Bajêr a Amedê û Meclîsa Ekolojî ya Mezopotamya, ji bo ku erdê ji Daristana Bajêr re hatiye veqetandin ji leşkeriyê re neyê dayîn, bernameyeke berfireh a çalakiyan dane pêşiya xwe ku dê heya 6'ê Berfanbarê bênavber dom bike. Di vê çarçoveyê de, rêxistinên civakî yên Amedê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Peyasê, Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyarên Tirkiyeyê (TMMOB), Odeya Mîmaran a Amedê, Baroya Amedê, Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya, Konseya Bajêr a Amedê û Meclîsa Ekolojî ya Mezopotamya heta biryara wezaretê betal bibe, dê çalakiyan lidarbixin. Di vê çarçoveyê de her roj heman sazî dê serî li sazî û dezgehên berpirsyar bidin.


Çalakiyên ku dê bên kirin

-  Heya 6'ê Berfanbarê heman sazî serî li dezgehên rayedar bidin ku erdê daristanê wekî berê bimîne. 

- Ji bo ku raya giştî ji pêvajoyê agahdar bibe, di ser malperên civakî û medyayê de agahdarkirin bê kirin. 

- Di 22'ê Mijdarê de bi pêşengtiya zarokan dê li Daristana Bajêr dar bên çandin.

- Di 29'ê Mijdarê de, kesên astengdar, komên ajokarên bisiqlêtan, komên erbanê û welatiyan ji Otogara Mezin a Amedê heta Daristana Bajêr a Amedê meşekê li dar bixin û pişt re daran biçînin.

- Di 3'ê Berfanbarê de li Daristana Bajêr dar bên danîn. 

- Ji aliyê bijartiyên bajêr ve li ser kolanên liv û tevger lê zêde ne, di derbarê mijarê de belavok bên belavkirin. n AMED