3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bi şîara “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” pêk tê. Ji çar parçeyên Kurdistanê komên şanoyê tevlî mîhrîcanê dibin. 

Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê her sal gelek kar û xebatên şanoyê dimeşîne. Heman demê de her sal mîhrîcana şanoyê li dar dixe. Dê îsal di meha Mijdarê de 3’yemîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê bê lidarxistin. Mîhrîcana îsal bi pêşengiya Şanoya Bajar a Şardariya Bajarê Mezin a Amedê pêk tê. Şîara mihrîcanê; “Em şanoya civaka demokratîk bi hev re biafirînin” e. Mîhrîcan di navbera 15 û 22’ê mijdarê de tê lidarxistin.

Di mîhrîcanê de bi giştî 16 şano tên lîstin û 5 semîner dê bên pêşkêşkirin. Pêşandana bernameya mîhrîcanê li Salona Sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn dê pêk were. Ji bo tevlîbûna mîhrîcanê ji her sê parçeyên din ên Kurdistanê û Stenbolê komên şanoyan bên Amedê. Komek ji rojavayê Kurdistanê, 2 kom ji rojhilatê Kurdistanê, 3 kom ji başûrê Kurdistanê, komek ji Bakurê Kurdistan û 2 kom jî ji Stembolê tevlî mîhrîcanê dibin. 5 semînerên ku şanoyê dikin mijara xwe dê bên lidarxistin.


Komcivîna hunermendên Kurd

Hevserokê Derhêneriya Hunerî ya Şanoya Bajar ê Amedê Ruknettin Gun anî ziman ku Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê pir girîng e û got ku ji ber ku ji her çar parçeyên Kurdistanê hunermend tevlî dibin, hevdîtina hunermedên Kurd pêk tê û wiha axivî: “Bi semîneran dê rewşa şanoyê bi berfirehî were nirxandin û nîqaş li ser bên meşandin.” 


Dest ji xebatên çandî bernadin

Gun diyar kir ku ew di demek pir aloz ku li gelek bajar û navçeyên Kurdistanê komkujî pêk tên de mîhrîcana şanoyê pêk tînin. Gun da zanîn ku dema di salên 90’î de êrîş li ser gelê Kurd hebûn, gelê Kurd dîsa dest ji xebatên xwe yên çandî berneda. Gun destnîşan kir ku eger rewşa Kurdistanê aloztir bibe ne mûnkune mîhrîcan pêk were û wiha pê de çû: “Em hêvî dikin ku rewş aram bibe,. AKP dest ji polîtîkayên xwe yên şer berde û hurmetê nîşanî xwestekên xweseriya gel bide.” 


 AMED