Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak, beşdarî “Yekemîn Lûtkeya Çandê” ku ji aliyê Rêveberiyên Xwecihî û Bajarên Hevgirtî (UCLG) ve li bajarê Bîlbao yê Îspanyayê hat lidarxistin, bû. Lûtke di navbera 18-20’ê Adarê de ye û di roja yekem de Gultan Kişanak gotara xwe pêşkêş kir. Kişanak bi zimanê dayikê beşdar silav kirin û der barê çand û dîroka Amedê de agahî dan. Kişanak bal kişand ku ev bajêr bi dîroka xwe ya 12 hezar salî yekemîn bajar e ku çandinî lê hatiye kirin, bi bîr xist ku şopên 33 şaristaniyan li ser hene û got, di nav bajarê bi birc û sûr de, tekane bajêr e ku 5.5 kîlometer dirêj sûrên wê ser xwe mane.

Kişanak anî ziman ku Amed bajarek e ku li mirovên xwedî nasname û baweriyên cuda cuda li ba hev tê de dijîn û got, ji ber polîtîkayên hikûmeta navendî ya salên dawîn li bajar tu aramî nemaye. Gultan Kişanak da zanîn ku bajêr ne tenê ji aliyê Kurdan ve ji aliyê nasnameyên din ve jî ji ber ku raboriyê nexweşî li wan qewimîne, raboriyê li Amedê nifûseke zêde ya ermenî, suryanî û xirîstiyan hebûye, tev bi hev re tê de jiyane lê ji ber trajediyên vê sedeya dawîn hema bêje nifûsa ermen, suryan û xirîstiyanên vî bajarî tune bûne, ev çend kêm mane. Kişanak daxuyand ku ji bo ku ew dîsa vegerin Amedê û mîrateya çandî û dîrokî ya vî bajarî ji nû ve geş bibe xebatên wan hene û wiha got: “Di vî warî de wek rêveberiyên xwecihî, wek şaredarî em dixwazin çanda pêkvejiyanê ya bajar bê parastin. Çimkî em wisa bawer dikin, çand rikneke bivê-nevê ya demokrasiya pêşverû ye.” Kişanak da zanîn ku ew neçar in çanda pêkvejiyana bajêr biparêzin, wek rêveberiyên xwecihî ji bo vê hewldanên wan hene û got, lê hê jî di polîtîkayên dewletê de pirsgirêkên cidî hene. Axaftina Kişanakê wiha dewam kir: “Zimanê me yê zikmakî Kurdî; bi salan li Tirkiyeyê hate qedexekirin. Axaftina ji bilî tirkî bi qanûnê hatibû qedexekirin. Stranên Kurdî, şanoya Kurdî, weşana bi Kurdî tev qedexe bûn. Niha bi qismî be jî ev li pey hate hiştin. Êdî em xebatên xwe yên çandî bi Kurdî dikin. Lê hê jî pirsgirêka ziman heye. Bo nimûne, em nikarin bi zimanê dayikê perwerde bibin. Ji bo geşkirina û jinûveafirandina çandê derfeta perwerdeyê jê re nayê dayîn. Hê jî li ber perwerdeya bi Kurdî hin asteng hene.”


Xebatên çandî

Hevşaredar Gultan Kişanak behsa xebatên çandî yên li Amedê têne meşandin kir, bal kişand ku li ser navê Aram Tîgran ku gelekî keda wî di ber muzîka Kurdî de heye konservatuarek hatiye vekirin û li vê derê ciwan stranên nû çêdikin û çanda Kurdî bi pêş ve dibin. Kişanak bi bîr xist ku kevnetora muzîkê ya bajar gelekî qedîm e û wiha axivî: “Dengbêj, serpêhatiyan dibêjin û bo nifşên nû radigihînin. Me ji bo domandina vê çanda dengbêjiyê mala dengbêjan vekir. Li wê derê çanda devkî tê veguhastin. Her wiha li ser navê Mehmed Uzun ê ku romanên xwe bi Kurdî li Swêdê nivîsîne û bi salan li vê derê jiyaye, berhemên wî bo gelek zimanan hatien wergerandin pirtûkxaneyek hatiye vekirin. Li wê derê, bi zar û zimanên cuda cuda gelek pirtûk hene.”

 

‘Pira çandî'

Kişanak diyar kir ku divê rêveberiya xwecihî û ji cihî ve der barê mafên çandî de gelekî xurtir bin û wiha pê de çû: “Hilgirê çandê, civak e û ew wê çandê bo nifşekî dû xwe re dibe. Ji ber vê jî em gel afrînerê berhemên çandî dibînin. Divê xebatên çand û hunerî, hemû maf û mijarên ser çandê ji xwecihî ve bêne birêvebirin. Bêguman Tirkiye hewl dide van kêşeyan çareser bike. Ji ber vê pêvajoya aştiyê heye. Niha hevdîtin hene bo çareserkirina pirsgirêka Kurd, ew tê nîqaşkirin. Em wer bawer dikin ku çand di heman demê de pirên aştiyê ne jî. Divê em vê pirê qewnîtir bikin.”

 

‘Em hêvîdar in UNESCO sûrên me tescîl bike’

Hevşaredar Gultan Kişanak bi bîr xist ku 8 hezar sal e li Amedê bêrawestan jiyan heye û got ku di nav dewlemendiyeke dîrokî, çandî ya weha de divê hejariyeke weha zêde nebûya. Kişanak wiha got: “Em dibên bila hemû nasname û dewlemendî bo siberojê bêne veguhastin. Ji bo sûrên me bixin nav lîsteya mîrateyên cîhanê me serî li UNESCOyê da. Hêvîdar im îsal UNESCO sûrên me biçespîne. Amed wek bajarekî cîhanî, dê di xizmeta hemû mirovahî û hemû çandan de be.” 


SERWÎSA NÛÇEYÊN ÇANDÊ