Bi hezaran kes li ber avahiya Kongreya Civaka Demokratîk a li Amedê civiyan û li dijî êrîşên dewleta Tirk xwestin bimeşin Sûrê. Lê çekdarên dewletê êrîş birin ser wan. Kurdistaniyan li nava taxan û bajêr li dijî makîneya şer û terorê ya dewleta Tirk li ber xwe da. Hêzên dewleta dagirker jî li Kolana Ofîs Gevranê, 3 kes bi darê zorê li wesayîtên Ford Ranger siwar kirin û kirin bin çavan.


Her der Sûr e, berxwedan e

Xelkê bajêr, li Kolana Hunerê civiya dirûşmên "Her der Sûr e, her der berxwedan e" qîriya û dest bi berxwedan û xweparastinê kir.

Li gorî agahiyên herî dawî, li ser Rêya Ekîncîler tîmên taybet hewl dan ciwanekî binçav bikin. Lê bi berxwedana gel û kedkarên çapemeniyê ciwan ji destê polîsan hat rizgarkirin. Polîsan li zarokekî xist û bi lêdanê ew kirin bin çavan.

Dema nûçeya me dihat amadekirin, tîmên taybet hewl didan bikevin avahiyeke li Ofîsê û gelek kesên di avahiyê de bikin bin çavan. Bi sedan kes ji bo çikandina vê êrîşê li pêşiya avahiyê kom bûn. 

Li tevahiya bajêr heta derengî êvarê jî êrîşên çekdarê û berxwedana xelkê bajêr dewam dikir. 


 AMED