“Gelê Amedê nîşan da ku her çend bêdeng be jî, helwêsta wî nayê guhertin û ti carî zext û tundiyê qebûl nake. Dîsa helwêsta xwe ya 24’ê Hezîranê ji niha ve diyar kir û bersiv da Erdogan û desthilatdariyê.”
Li Amedê bi sed hezaran kesî berê xwe da mitînga HDP’ê ya li Meydana Stasyonê û dawî li bêdengiya xwe anî. Gel hêrs û helwêsta xwe ya li dijî polîtîkaya şer a 3 salan danî holê û bersiv da gotinên “Pirgirêka Kurd tine ye” ya Erdogan. Ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) Ozgur Paksoy bi nivîsa xwe ya ku ajansê doh weşandî, peyama ku Amedê dayî nirxand.
Paksoy bi bîr xist ku ku ev mîtîng a yekemîn bû piştî 5’ê Hezîrana 2015’an ku tê de di êrişa DAIŞ’ê 5 kes hatibûn kuştin û zêdeyî 400 welatiyî jî birîndar bûbûn û wiha nivîsî: “Piştî wê teqînê careke din Meydana Stasyonê şahidî û malovanî li sed hezaran kir û dîrok nivîsand. Bi sed hezaran kesî daxwazên xwe bi dengekî bilind îfade kirin.”
Di nivîsa xwe de Ozgur Paksoy îşaret kir bi berxwedana xwerêveberiyê, êrişên li dijî wê, hilweşnadin û talankirina navçe û bajarên Kurdan jî û got, bi pêvajoya Rewşa Awarte êrişên topyekun birin ser siyaseta Kurdan û HDP´ê, bi qeyûman şaredarî dagir kirin, qirrkirina siyasî gihandin asta parlamenter û hevserokên HDP û DBP´ê, navê gelek cihan hatin guhertin, û gelek saziyên ku ji bo xizmeta mafê Kurdan hatin vekirin jî yek bi yek hatin girtin.
Zilmê bê navber dewam kir
Ozgur Paksoy got, “Dîsa di xebatên hilbijartinan de li dijî endam û rêveberên HDP’ê êriş pêk hatin. Serokkomar Erdogan di mîtînga xwe ya 3’ê Hezîranê ya li Amedê de Namzetê Serokomariyê yê HDP’ê Selahattin Demirtaş wekî “Terorîst” bi nav kir û got, ´Pirsgirêka Kurd tine´ bi operasyonên li dijî Kerkuk, Efrîn, Minbic û Qendîlê gef li Kurdan xwarin.”
Paksoy piştî xêzkirina vî wêneyî dîmenê pêr li Meydana Stasyonê derketî holê wija dinirxîne: “Li gel hemû zext û tundiya li ser gel, bi sed hezaran Amedî tevî OHAL’ê û astengiyan herikîn Meydana Stasyonê. Bûn lehî û Meydana Stasyonê tip tijî kirin. Çar rêyên ku ji Rezan, Ofîs, Sûrê tên Amedê tijî kirin û cih nema. Ji her malekê herî kêm kesek amade bû. Gelê ku ket meydana mîtîngê li dijî polîtîkayên înkar, îmha, qedexe, kuştin û binçavkirinan helwêsta xwe nîşan da.”
Amedê bersiv da înkarê
Li gorî Paksoy Amediyan helwêsta xwe û peyama xwe zelal da hikûmet û desthilatdariya dewleta Tirk: “Bi sed hezaran kesî tecrîdkirina Abdullah Ocalan şermezar kir û xwest tecrîd bi dawî bibe. Polîtîkayên tundî, înkar, zext û şer ên AKP’ê yên ku li herêmê bi pêş dikevin, şermezar kirin. Bersiv da gotina Erdogan a ´Pirsgirêka Kurd tine´.
Gelê Amedê ku piştî 3 salan bêdengiya xwe xera dike, nîşan da ku her çend bêdeng be jî, helwêsta wî nayê guhertin û ti carî zext û tundiyê qebûl nake. Dîsa helwêsta xwe ya 24’ê Hezîranê ji niha ve diyar kir û bersiv da Erdogan û desthilatdariyê.”
NAVENDA NÛÇEYAN
AKP bû partiya tabelayan
Di mîtînga pêr de namzetê HDP’ê yê Amedê û nûnerê Rêxistinên Civkakî yê Amedê, Selçuk Mizrakli, diyar kir ku gelê Amedê li Meydana Stasyonê bersiv daye polîtîkayên şer û OHAL’ê û bi awayekî eşkere helwêsta xwe ya 24’ê Hezîranê ji niha ve diyar kiriye. Mizrakli, da zanîn ku gel ji polîtîkayên AKP’ê yên şer re careke din gotiye, Na.
Mizrakli, destnîşan kir ku gel li Meydana Stasyonê peyameke pirr xurt da û AKP li Amedê kiriye partiya tabelayan.