
PEN’a Kurd li ser wêjeya klasîk a Kurdî û alegoriya di helbestê de gotûbêjek li dar xist. Nivîskar Îlhamî Sîdar behsa wêje û helbesta kalasîk a Kurdî kir û nivîskar Bawer Rûken jî terha alegoriyê danî ber xwe.
Bi pêşengiya PEN’a Kurd, nivîskarên Kurd û wêjehezên Kurdî li Pale Hunerê ya Amedê gotûbêja wêjeya klasîk û tarza alegoriyê li dar xist. Di gotûbêjê de Hevserokê PEN’a Kurd Osman Ozçelîk, gelek nivîskar, helbestvan û hezkiriyên wêjeya Kurdî amade bûn. Nivîskar Hasîp Yanliç, moderatoriya bernameyê kir û qiseker Îlhamî Sîdar û Bawer Rûken dan nasîn. Yanliç destnîşan kir ku Rewşa Awarte (OHAL) bandoreke neerênî li ser wêje û helbesta Kurdî dike û xwest ku di vê rewşê de bêhtir xwedî li wêjeya Kurdî bê derketin.
Piştre, nivîskar Îlhamî Sîdar li ser wêje û helbesta klasîk û nûjen a Kurdî axivî. Îlhamî Sîdar di destpêkê de behsa serpêhatiya nivîskariya xwe û wêjevanên Kurd kir.

Bazara klasîka Kurmanciyê kesad e
Sîdar destnîşan kir ku kêmasiyeke mezin a Kurdan û xwendevanên Kurdî heye ku pêşengên wek Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî û gelek nivîskarên din da nasîn û got: “Bêhtir em berê xwe didin nivîskarên Tirk û biyanî û dixwînin. Divê nivîskarên me bi zimanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqiyê Teyran baş bizanibin. Gelek kêfa min ji wêjeya klasîk re tê. Ez wêjeya klasîk û modern digîhînim hev. Çand, huner û wêjeya me ji rêûresmê tê. Zimanê Xanî, Teyran, Cizirî û gelek nivîskarên din sivik û sade ye. Cudahiyeke Feqiyê Teyran ew e ku di medreseyan de ders daye û terha wî ji wir tê. Feqiyê Teyran tenê ne li Miksê li gelek bajarên Kurdistanê geriyaye. Hemû teyr, şalûl û nebatên Kurdistanê nas kirine.”
Mîrateya wêjeya klasîk
Îlhamî Sîdar diyar kir ku zimanê dînî, bandora xwe li ser wêjeya Kurdî kiriye û wiha dewam kir: “Ji ber ku çanda medreseyan li ser wêjeya me bandoreke mezin kiriye. Hemû wêjevanên klasîk ên Kurd li ser hev bandor kirine û sûd ji hev girtine. Heke ku bandor li hev nekirina, dibe ku kevneşopiya wêjeya Kurdî heta niha nehatiba. Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrê û her wekî din nivîskarên Kurd, wêje û helbestên Kurdî avêtine ber hev û di wêjeya Kurdî de wisa hevparî kirine.”
Fanosa wêjeya Kurdî ne Feqî, Mela û Xanî
Îlhamî Sîdar da zanîn ku nivîskariya roja me ya îro ji kevneşopiya Ehmedê Xanî, Feqiyê Teyran û gelek nivîskarên din tê û got, “Ew ji bipêşketina zimanê me re bûne ronî. Bingeha zimanê me ji wan tê. Heke ku em dikaribin van bixwînin em ê têgeh û biwêjên zimanê xwe xurtir bikin. Bingeha zimanê me ji wêjeya klasîk û helbesta klasîk tê. Eger ku em bi zimanên kurdî binivîsinin divê em Ehmedê Xanî û hemû hevalbendên wî bixwînin û dizanibin kî ne. Zimanê me li ser hîmê folklorîk û nivîskarên Tirkan nehatiye avakirin.”
Terhên alegoriyê û wêje
Piştî Îlhamî Sîdar, nivîskar Bawer Rûken jî li ser şêwazê alegoriyê axivî û got: “Ez bêhtir li ser têgehên hezkirina welêt rawestiyam. Têgehên wek ziman û welat min arasteyî nivîskariyê kirin. Em Kurd ji ber ku wek xelkekî bindest in, em hêj ji nivîskariya bindestiyê rizgar nebûne. Ziman û nivîskariya me di bin êrişên dethilatdaran û serdestan de maye. Heta ku azadî çênebe em ê nikaribin ji çerxa bişaftina nivîskariyê dûr bibin.”
Gotûbêj bi pirs û bersivan û îmzekirina pirtûkên nivîskaran bi dawî bû.
MA / AMED