Bi beşdariya Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar li navçeya Sûrê, bi civîneke çapameniye starta pîrozbahiyê Newrozê hat dayîn. Di civînê de banga tevlîbûna Cejna Newrozê hate kirin.
Li Amedê bi beşdariya hevserok, hevberdevk û nunerên partî û tevgerên Kurd starta pîrozbahiya Newroza 2020’an bi civînek çapemeniyê hat dayîn. Civîn bi beşdariya Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven û Berdan Ozturk, Hevserokên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar, Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Îdîl Ûgûrlû û Sedat Şenoglû, Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan, Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aştî, nûnerên Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD), Serokê Giştî yê Partiya Însan û Azadî (PÎA) Mehmet Kamaç, Serokê Giştî yê Partîya Komunîsta Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek, Nûnerê Platforma Demokratên Kurdistanê (PDK-Bakûr) Bora Balîn û parlamenterên HDP’ê beşdarî civîna starta Newrozê bûn. Civîn li Otêla Demîr a navçeya Sûrê ya Amedê pêk hat û pankartên “Bi Rûhê Newrozê Yekîtiya Neteweyî” û “Ji bo Azadî, Yekîtî û Demokrasiyê Werin Newrozê” hatin daliqandin. Di civinê de metneke hevpar ku hatibû amadekirin bi Kurdî û tirkî hat xwendin.
Di daxuyaniya hevpar de weha tê gotin, “Em ê di serî de daxwaza rakirina astengiyên li pêş siyaseta demokratîk, rêveberiyeke wekhev, azad û adilane biqîrin. Wê Newroza 2020’an bibe platforma ku, gelê Kurd tê de bi coş û kelecaneke mezin daxwazên xwe yên siyasî biqîre. Em di serî de gelê xwe, hemû dostên xwe, rêxistinên saziyên sivîl, jin, ciwan û rêxistinên xweza û hawîrdorparêz dawetî pîrozbahiya Newroza 2020’an dikin.”
ANF/AMED