Berxwedana gelê Kurd li gelek navçeyan dewam dike. Li Sûr, Kerboran, Nisêbîn, Silopî, Cizîrê û gelek navçeyên din ciwan û xelkê navçeyan serî li hember zilma neyar natewîne. Li ser vê yekê dewleta Tirk bi artêşa xwe, bi tank û topên xwe, xwe berdide nava bajaran. Li hemberî vê dijminahiyê ji bo piştgiriya bi berxwedanê re doh seranserê Amedê veguherî meydana serhildanê. 


Dewleta hov dişewitîne

Li Sûrê hêzên çekdar ên dewleta Tirk karê şewitandina Sûrê didomînin û hewl didin komkujiyan pêk bînin. Di encama êrîşên çekdarên dewleta Tirk de li Sûrê sê mal bûn armanca êrîşên bi bombe û ev her mal jî şewitîn.

Bi tevlîbûna parlemanterên HDP, rêveberên navendî û bajêr ên HDP, DBP û KCD´ê bi dehhezaran kes li meydanan bûn. 


Dewletê dîsa komkujî kir 

Çekdarên dewleta Tirk bi guleyên bi rastî êrîşî xwepêşandêran kir. Hat zanîn ku li Parka Koşuyoluyê 5 kes bi guleyên polîsan birîndar bûn. Navên birîndar ên hatin zanîn ev in: Şerdil Cengiz (21), Şiyar Salman (18), Engîn Kayar, Şaban ê paşnavê wî nehat zanîn. Welatiyan birîndar rakirin nexweşxaneya dewletê ya Baxlarê. Şerdil Cengiz û Şiyar Salman ên ji serê xwe birîndar bûyî tevî mudaxeleya tibî jî jiyana xwe ji dest da.


Li seranserê Amedê berxwedan dewam dike

Li taxên Yenîşehîr û Rezanê xelk daket meydanan û li Ofîsê ji lojmanên polîsan li ser gel gule hatin reşandin. Welatiyên li Dortyol û Parka Koşûyoluyê bi hezaran kesî li pişt barîkat û bendan li ber xwe dide.

Beriya wê jî di navê de hevseroka HDP´ê û parlemanterên HDP´ê jî girseyeke mezin xwestibû ber bi Meydana Deriyê Çiyê ve bimeşe da ku dorpêça Sûrê bişkîne, lê belê çekdarên dewleta Tirk êrîşê bir ser girseyê û parlemanteran. 


 AMED