Xelkê Amedê siyasetvanê xwe Vedat Aydin bi bîr anî. Birayê Aydin, Veysî Aydin di bibîranînê de axivî û got: “Ji sala 1925’an û vir ve nêrîna dewletê ya li ser Kurdan nehatiye guhertin.”
Merasîma bîranînê ji aliyê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve hate lidarxistin, li gel malbat, parlemeterê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsoglûllari, Hevseroka HDP’ê ya Amedê Filîz Bûlûttekîn, hevserokên DBP’ê yên Amedê Îbrahîm Çîçek û Naşîde Toprak û gelek dost û hezkirî amade bûn.
Pêşengê siyaseta Kurd bû
Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogûllari li wir got ew li gel Vedat Aydin xebitiye û wiha peyivî:“Vedat Aydin yek ji pêşengê siyaseta Kurd bû. Ev 27 sal derbas bû. Di salên 90’î de ji ber polîtîkayên qirêj ên şer Vedat Aydin hate qetilkirin. Vedat Aydin li gel me dijî. Em ê têkoşîna wan bişopînin.”
Zîhniyet neguherî
Birayê Vedat Aydin Veysî Aydin jî di bîranînê de axivî û got: “Ji sala 1925’an û vir ve nêrîna dewletê ya li ser Kurdan nehatiye guhertin. Heta ku ev hişmendî neyê guhertin wê Kurd tim di hedefê de bin. Kujerê Aydin jî ev hişmendî ye. Divê êdî gelê Kurd bê naskirin. Eger ev nebe wê gelê Kurd û Tirkiye jî ziyanê ji vê bibîne. Divê vîna gel bê naskirin. Operasyonên derveyî sînor û bomberdûmankirina her qadê vê pirsgirêkê çareser nake.”
JÎTEM’ê ew kuşt
Vedat Aydin gava Serokê HEP’ê yê bajarê Amedê bû, ji alî JÎTEM’ê 27 sal berê Vedat Aydin hatibû revandin û bi awayeke hovane hatibû kuştin.
AMED