Di 3’ê Mijdarê de, saet di 9:30’an de konferans bi axaftina Berpirsa Entegrasyonê ya Şaredariya Pankowê wê destpêbike. Gelek pispor û akademîsyen jî di konferansê de diaxivin.  

Konferans wê ji du beşan pêk were. Di beşa yekemîn de bi serenavên „Awireke giştî li pirzimanî“, „ Ziman haveynê zaroka ye; Bi pirzimanî hîndekarî û bi dîtînên dê û bavan dibistanên dayikê“ pêşkêşî tên kirin. Her wiha bi sernavê „Pirzimaniya aktuel: Rewşa heyî ya saziyên pirziman“ nîqaş pêk werin. Di beşa duyemîn de saziyên ku li ser pirzimaniyê dixebitin wê xebatên xwe bi serenavên wekî; „Dibistana dayikê û di dibistanan de pirzimanî“, „Duzimanî şans e an du tirsên cuda ne?“, „Di sazî û mal de pêşzarokatî û teşfîk kirina pirzimanî jî alî dê û bavan ve“, „ Xurtkirina saziyên li ser pirzimaniyê dixebitin, nûmeneyên pratîk û peşniyar“, „Di jiyana rojane de pirzimanî: Pirrengî, înternasyonalîzm û cihekarî“ vebêjin û gûftugo bikin. Bernamê wê bi amadekirin û pêşkêşkirina encamnameyê bi dawî bibe.

Yek ji orgaznîzatora konferansê û di heman demê de rêvebera komaleya Malbatên Kurd  (Yekmal) Gunay Darici diyar dike ku ew vê konferansê girîng dibînin û wiha dibêje: „Di warê xebatên perwerde û ciwanan de gelek Kurd hene, lê xebatên xwe ne li ser çand û zimana Kurdî pêk tînin. Divê êdî Kurd ji bo netewe û çanda xwe bixebitin, bi rengê xwe tevlî xebatan bibin. Di warê pirzimanî û pirrengî de emê bi nasnameya xwe tevlî konferansê bibin. Em dixwazin bi nasnameyên xwe derkevin pêşberî civakên li Ewrûpa. Heviya me jî ji beşdaran ew e ku rengê Kurdî bi awayekî xurt nîşanî gelên cîhanê bidin.“


FEHMÎ KATAR/BERLÎN