Muzîkjenên Kurd Mem Ararat û Kerem Sevînç li Amedê di konserekê de derketin pêşberê hezkiriyên xwe.

Mordem Huner a çendek berê li Amedê ji bo xebatên çand û hunerî vebû, konsera Mem Ararat û Kerîm Sevînç li dar xist. Gelek hezkiriyên muzîka Kurdî beşdarî konserê bûn. Di destpêka konserê de yek ji xebatkarê Mordem Hunerê Kenan Demîr axivî û behsa mebesta konserê kir û banga xwedî lê derketina çand û hunera kir. Her wiha Kenan Demîr da zanîn ku ew ê di siberojê de hin xebatên berfirehtir ên çand û hunerî li dar bixin.

Konser bi stranên Mem Ararat dest pê kir. Ararat piştî stranên xwe axivî û got, li gel ewqas pêvajoya dijwar jî divê gelê Kurd xwedî li zimanê dayika xwe derkeve.

Paşê muzîkjen Kerem Sevînç derket ser dikê û stranên Kirmanckî gotin. Piştî strandina Kerem Sevînç konser bi dawî bû.

 

MA/AMED