
Kaptanê tîma Amedsporê Şehmûs Ozer, ji be qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, wesayîta Ozer li ser rêya Elezîz-Gozelî di kendêl de wergeriya. Ozer bi sînyala telefona wî ya destan hate şopandin û di encamê de duh nîvê şevê hat dîtin. Di hesabê medya civakî ya Amedsporê de li ser mirina Ozer ev daxuyanî hate dayîn: “Bila serê me sax be... Kaptanê tîma me, kekê me Şehmûz Ozer ji ber qezayeke trafîkê koça xwe ya dawî kir. Bila serê me sax be.”
Şehmûz Ozer 36 salî bû û kaptanê Amedsporê bû.
HDP’ê nameya sersaxiyê şand
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamenterê Qersê Ayhan Bîlen, ji bo kaptanê Amedsporê Şehmûs Ozer ê di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da, nameyek ji Serokê Kulûba Amedsporê Nûrûllah Edemen re şand û sersaxî jê re xwest.
Nameya Berdevkê HDP’ê Bîlgen wiha ye: “Me bihîst kaptanê tîma we Şehmûs Ozer di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest daye û em pê gelekî êşiyan.
Bila rehma Xwedê li Şehmûs Ozer be û em ji malbatê, xizmên wî, hevalên wî yên di nava tîm de cih digire û ji tevahiya civata Amedsporê re sersaxiyê dixwazin.
Şehmûs Ozer, di têkoşîna faîr play a Amedsporê ya li dijî zext û cihêkariya li qada sporê û burokrasiya sporê, kesayetekî girîng bû. Alîgirên Amedsporê û civata sporê wê wî bi van taybetmendiyên xwe bibîr bînin.”
AMED