Endama Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê Îlham Ehmed derbarê serdana ya Amerîkayê, rewşa herêmî û nevneteweyî û bandora wê li pêşeroja Sûriyeyê de ji ANHA’yê re axivî.


Hûn daxuyaniyên dawî yên serokwezîrê Tirk Ahmed Dawutoglu ku got : ‘Em ê şerê PYD’ê bikin’ çawa dinirxînin?

Divê dewleta Tirk baş bizanibe ku eger bixwaze nexwaze, razî be ne razî be, alîkari ji YPG’ê re tên û wê werin jî. Hêzên navnetewî baş dizanin ku tenê bi rêya piştgiriya gelê Kurd, dê dawî li aloziya Sûriyeyê were û rêya aramiyê li pêşiya herêmê were vekirin. Ev yek zû an jî dereng dê pêk were.

Rûsya jî naxwaze şerê hemû hêzên opozîsyonê bike, ji ber vê jî di rewşa heyî de dixwaze piştgiriya hêzên demokratîk ên li ser erdê bike.

Di heman demê de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) dixwaze gelê Kurd, vîna wî ya siyasî û leşkerî qezenc bike. Amerîka gotiye ku dê alîkariya van hêzan bike. Helwestên Amerîkayê zelal û eşkere bûn. Amerîka vîna siyasî û leşkerî ya Rojava nas dike. Hemû nakokiyên heyî derbarê vîna Kurd û helwestên wê de bi temamî ji holê hatine rakirin.


Çavdêriyên we yên hevdîtin û serdana we kir çi ne? Atmosfera wir û asta gotûbêjan çawa bûn?

Serdana me ya ji bo Amerîkayê li ser vexwendina Komîteya Jin a Netewên Yekbûyî bi navê Însiyatîfa Jinên Sûriye pêk hat. Li Amerîkayê civîna konseya giştî ya NY’ê hat lidarxistin da ku rewşa Sûriye gotûbêj bikin û çareseriyekê ji bo aloziya Sûriyeyê deynin. Ew dewlet bi Însiyafîta Jinên Sûriyeyê re rûniştin. Însiyatîfê gelek pêşniyar ji bo wan kirin yek ji wan misogerkirina rola jinên Sûriye di pêvajoya çareseriyan de.

Di wan civînan de makanîzmeya rêlibergirtina derbasbûna çeteyan ji bo xaka Sûriyeyê hat vegotin, her wiha rola hêzên bi bandor ên Sûriyeyê hat gotûbêjkirin. Hat gotin ku divê rê li pêşiya derbasbûna çeteyan were girtin. Ji daxwazên jinên Sûriyeyê rawestandina şer li tevahiya welat bû û vekirina rê li pêşiya danûstandinên siyasî bû.

Li ser van bingehan, em dibînin ku pêwîste kongreyeke giştî ya jinên hemû pêkhateyên Sûriyeyê (Kurd, Ereb, Suryan, Elewî, Durzî û hwd) were lidarxistin û tu alî neyê paşguhkirin. Armanc ji vê yekê ew e ku nerînên jinên Sûriyeyê bibin yek.


Gelo kongreya jinên Sûriye wê bikare bibe bingeha Kongreya Giştî ya Sûriyeyê?

Bi rastî kongreya ku jinên Sûriyeyê lidar bixe, wê bikare bingeha lidarxistina kongreyeke giştî ya Sûriyeyê ava bike. Wê doz û pirsgirêkên sereke yên jinan, azadiya girtiyan, şêwazê hikmê Sûriyeyê were nîqaşkirin. Wê jinên Sûriyeyê bigihêjin nerînên hevbeş û dê li kongreyê pêşniyar bikin. Pêkanîna van gavan girêdayî vîn û hêza jinan a çareseriyê ye.


Hûn daxuyaniyên dawî yên Amerîka û Rûsyayê çawa dibînin?

Di nav de Wezareta Karê Derve, Senatorê Amerîka, kesayetên payebilind di serdana xw de me hevdîtin bi gelek aliyan re kirin.

Li wir metirsiyên ciddî derbarê destwerdana Rûsyayê hebûn, ji bo wan sedemên wê jî ne zêde diyar bûn. Dihate gotin; ‘Gelo Rûsya bi rastî hatiye şerê DAIŞ’ê bike an jî piştgiriya rêjîmê bike an jî destwerdaneke stratejîk e? Di demeke ku her kesî dixwest ku agirbest çêbibe û alozî bidawî bibe û çareseriyeke siyasî û aştiyane pêk were, hemû welatî vegerin malên xwe û ji nû ve welatê xwe ava bikin, Rûsyayê destwerdanî Sûriyeyê kir û alozî kûrtir bû.’

Li aliyekî hêzên opozîsyonê û destwerdana Rûsyayê û hewldanên bihêzkirina rêjîmê û li aliyê din belavbûna komên çete di nava Sûriyeyê de xeteriyên mezin li Sûriye, herêmê û tevahiya cîhanê bi xwe re tîne. Ji ber vê jî divê hemû hêz ji bo çareserkirina van pirsgirêkan tevbigerin.

Di rewşa heyî de eger Rûsya bikaribe bi destwerdana xwe şer komên çete û tundrew bike û dawiyê li wan bîne, wê wekî gaveke erênî were dîtin. Lê eger armanca wê tenê mayîna li Sûriyeyê û bihêzkirina rêjîmê be wekî gaveke neerênî wê were nirxandin.


Dewletên derve avakirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk çawa peşwazî dikin?

Ev hêza nû hatiye avakirin modela avakirina artêşa Sûriye ya demokratîk e. Bi van hêzan dê hemû pêkhateyên Sûriyeyê werin parastin û mafên wan û yekîtiya xaka Sûriyeyê werin misogerkirin.

Li gorî navê hêzên di nav de cihê xwe digrin, eger ji wan re alîkarî were dayîn, dê bikaribin tegvahiya gelê Sûriyeyê biparêzin û serkeftinên mezin li ser erdê pêk bînin. Li Amerîkayê piştî hêzên opozîsyona Sûriyeyê hatin perwerdekirin û wan hêzan li Sûriyeyê çekên xwe radestî çeteyên El-Nûsra û alîgirên wê kirin êdî derbarê hêzeke aktîf û yekbûyî ku bikaribe serkeftinên ciddî pêk bîne û encaman girîng derxîne, gotûbêj tên kirin.


We beriya niha projeya çareserkirina demokratîk a Sûriyeyê pêşkêş kiribû. Gelo we li wir jî projeya xwe pêşniyar kir?

Proje di bingeha hemû aliyên xwe yên bawerî û çandî de xwe dispêre hevşêwirandin û lihevkirinan. Pê lihevkirina giştî ya danîna projeyeke hevgirtî û temam ku têde pêşeroja Sûriyeyê xuya dike, pêk tê. Em jî dibînin ku proje ji gelek aliyan ve tê qebûlkirin. Me bi gelek aliyên opozîsyona Sûriyeyê mîna Heyet El-Tensîq û Koalîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê, kesayetên welatparêz, partî û rêxistinên Sûriyeyê re jî hevdîtin kirin û proje pêşkêşî wan kir.


STALÎN OSO/HEYFA MÛSA/ANHA/AMÛDÊ