Koma Awazên Çiya li bajar û herêmên cuda yên rojavayê Kurdistanê konseran li dar dixe û stranên xwe yên herî zêde têne hezkirin, li ser dikê pêşkêşî gel dike. Li ser vexwendina TEV-ÇAND´a bajarê Amûdê, Koma Awazên Çiya li bajêr konserek pêşkêş kir.
Di konsera Koma Awazên Çiya de gel ji bajarên Hesekê, Qamişlo û gundên girêdayî Amûdê jî beşdar bûn. Konser bi dirûşmeya "Bê Serok Jiyan Nabe" li meydana şahiyê ya bajêr pêk hat. Nûner û rêveberên bajêr jî li konserê amade bûn.
Bi çepikên germ ên girseya gel, Koma Awazên Çiya derket ser dikê û stranên xwe gotin. Li ber stranên komê jin û ciwanan jî govend gerand û bi tîlîlî û dirûşman kêfxweşiya xwe îfade kirin.
JINHA / AMÛDÊ