Amûra qirrkirinê ya dewleta Tirk ‘tehcîr’
Berxwedana Efrînê tevahiya xisleta faşîzma AKP-MHP´ê derxist holê. Armanc ew e ku Efrîn bê Kurd bê hiştin, çeteyên xwe li vê deverê bi cih bike, û di siyaseta Sûriyeyê de bi tesîr bibe. Hewl dide bi vî rengî siyaseta xwe ya Sûriyê ya heta niha ya hilweşiyayî telafî bike. Lê belê, çawa ku dagirkeriya Efrînê xisleta qirrker a dewleta Tirk derxist holê, bi heman rengî xisleta wê ya dijminê Sûriyê jî lê eşkere kir. Dijminatiya dijberê Kurdan a faşîzma AKP-MHP´ê dewleta Tirk xist nav şerekî ku êdî nikare ji navê derkeve. Li aiyekî, ji ber siyaseta xwe ya qirrkirinê bi Kurdan re ketiye nava şerekî, li aliyê din di siyaseta Sûriyê de jî teqiniya û nikare ji navê derkeve. Tirkiye ne dikare dev ji siyaseta qirrkirinê berde, ne jî dikare dev ji wê siyaseta xwe ya bûna navendeke hêzê ya ku encama wê ye ku tevî çeteyan ketiye Sûriyê. Yan wê di van her du siyasetan de bi ser bikeve, yan jî ev siyaset wê dawiya desthilatdariya AKP-MHP´ê bîne.
Ji bo Kurdan girîng e ku li dijî vê siyaseta qirrkirinê têbikoşin. Ev ne bi tenê, li dijî Efrînê êrişeke qirrkirinê ye; ev li dijî gelê Kurd êrişeke qirrkirinê ye. Tayyip Erdogan got, "Kurd paşê hatine Efrînê“, û bi vê armanca dagirkirina Efrînê eşkere kiriye. Hedefên xwe yên ku hesabên wan bi çeteyan dike jî, tenê dikare bibe serî, heger qirrkirina li Efrînê bi ser bixe. Ji ber vê yekê divê êrişa qirrkirinê cidî bê dîtin. Girîng e ku siyaseta qirrkirinê ya Tirkiyeyê li Efrînê bê fetisandin. Heger siyaseta qirrkirinê herî eşkere rûyê xwe li vir nîşan dabe, li vir teşhîr bûbe, hingê têkbirina siyaseta qirrkirinê jî li vir mumkin e.
Desthilatdara AKP´ê dibêje, ew siyaseta qirrkirinê nake, û hewl dide ser kirinên xwe bigire. Ji sedî 90´ê Efrîniyan ji Efrînê derketine. Niha li gund û navenda Efrînê çeteyan bi cih dikin. Hewl dide siyaseta bê Kurdkirinê, ya qirrkirinê bi gotinên, ez Sûriyeyiyan bi cih dikim, veşêre. Dibe ku ev Sûriyeyî bin, lê ne Efrînî ne. Kesên ku ji deverên din ên Sûriyeyê li wargehên penaberan ên li Tirkiyeyê hatine bicihkirin, niha dişînin Efrînê, ev qirrkirin e. Lewma, bibêjin ev Sûriyeyî ne, wê nikaribe bê Kurd kirinê û qirrkirinê rewa bike. Divê ev rewş baş bê nîşandan, û siyaset û gotara berevajîkirina rastiyan a faşîzma AKP-MHP´ê divê bên teşhîrkirin.
Yên ketin Efrînê, Efrîn talan kirin, lê belê dagirkirina Efrînê tenê bi talanê sînordarkirin û derxistina pêş a talanê, dibe ku têgihiştineke şaş biafirîne. Talan heye, lê belê yên ku talan kirin û dan kirin, ev dagirker û ev kes in ku siyaseta qirrkirinê bi cih tînin. Ev talaln li ber çavê eskerên Tirk hat kirin. Yên ku talan dayî kirin, piştî ku tiştekî were talankirin nema, li ber talanê rabin, ev sextekarî ye, xapandina dinyayê ye. Tayyip Erdogan niha dibêje, ew li ber talanê radibe, û hewl dide dagirkirinê normal û rewa bike. Bi cezakirina talankeran hewl dide weke ku li dijî talankeriyê be xwe nîşan bide û dagirkeriyê bide jibîrkirin. Girîng e ku ev lîstik û helwêsta veşartina dagirkeriyê bên teşhîrkirin.
Bêguman, divê Kurd dagirkeriyê qebûl nekin, teşhîr bikin, û pirralî têkoşin da ku pêşiyê bigirin li qirrkina bi rêya bê Kurd kirinê. Ji bilî vê, divê Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewrûpa (YE) saziyên mafê mirovan jî derbarbarê mijarê de bên hestiyarkirin. Divê agahdarkirina çapemeniya cihanê derbarê pêkanînên bê Kurd kirinê û qirrkirinê de veguhere karekî daimî. Efrînî divê bi nameyan û bi îmzeyan daxwaza xwe ya vegera li erdên xwe îfade bikin, daxwaza xwe ya vegera Efrînê bi çavdêriya NY´yê daimî bikin. Girîng e ku ew yek bê biserxistin ku bi çavdêriya NY yan jî saziyên mafê mirovan Efrînî kom bi kom yan jî bi hev re bi carekê vegerin Efrînê. Bi ti awayî nabe ku Efrîn ji dagirkeran û wan akinciyan re bê hiştin ku ji derve hatine anîn. Yek dara zeytûnê jî nabe ku ji kesekî re bê hiştin. Dara zeytûnê piştî bi gelekî mêwe dide. Ma mirov dikare dev ji wan baxçeyên zeytûnan ku bi gelek ked û demê hatine afirandin, berde? Mirov beriya her tiştî xwedî li keda xwe derdikeve. Xwedîderketina li keda xwe, xwedîderketina li rûmeta xwe ye. Xwedîderketina li kedê beriya her tiştî xwedîderketina li welat e.
Efrînî ji bo ku ji Efrînê dûr nekevin, xwedî li Efrînê derkevin, li deverên herî nêzî Efrînê bi cih bûne. Dewleta Tirk di bê Kurdkirinê û qirrkirinê de ewqasî bi israr e ku niha armanca wê ew e ku Kurdan ji Şehbayê dûr bixe. Sedema wê yekê ku Tayyip Erdogan van rojên dawiyê Til Rifetê dike rojev jî ev e. Koçber jî bin, demkî jî be qebûl nake ku Kurd li erdekî bi cih bibin. Ji bo ku ji mejî û dilê Efrîniyan Efrînê derxe, jêke û bavêje, dixwaze wan ji Şehba û Til Rifata lê bi cih bûne jî bike der. Bi vî awayî armanca wî ew e ku qirrkirina li Efrînê hêsantir bi ser bixe.
Hikûmeta Misrê da zanîn ku li Efrînê siyaseta qirrkirinê tê birêvebirin. Dagirkirin û qirrkirina li Efrînê şiband qirrkirina Ermeniyan ya sala 1915´an. Qirrkirina Ermeniyan bi ser xistin, ya esas bi wê yekê ku Ermenî ji erdên wan qut kirin, ew kirin der. Dewleta Tirk niha tecrûbeya Ermeniyan li Efrînê bi cih tîne. Jixwe, dema dibêje Kurd paşê hatine Efrînê, ji bo qirrkirina xwe ya ku kiriye armanc, ji mêj ve hewl dabû bahaneyan çêke. Bi dagirkeriyê, li ser Kurdên ku îdîa kiriye ew paşê hatine, koçber bibin. Bi wê yekê ku kesên din li cihên valabûyî bicihkirin û bi îdîayên ku dibêjin, ew Efrînê radestî xwediyên wê dike. Misriyan gelekî baş di armanca vê tehcîrê hisiyane. Ji ber wê şibandine qirrkirina Ermeniyan.
Ji bo Tirkiyeyê ya muhim ew e ku li erdên Kurdan hin kesên din bi cih bibin; ne muhim e ew kî ne! Hedefa sereke ya niha a Tirkiyeyê Kurd in. Heger qirra Kurdan bîne, paşê wê dor bigihîje yên din. Misrê ev rastî dîtiye.