Hec Muhdî Hec Elî ji gundê Sincq Xelîl ê ser bi Amûdê ye û temenê xwe 64 e. Hec Elî gelekî ji çanda kevnar hez dike û di jiyana xwe de bêtirî 75 parçeyên dîrokî yên kevnar ji alav û amûrên çandiniyê di mala xwe de civandine. Di nava van alavan de Loks, gêsinên cotkirina erdan ku temenên wan bêtirî 100 salî ne, kevirê heste, kilîtekî darî yê bêhtirî 100 salî û gelek pêlavên ku ji eyarên çêlekan bi destan hatine çêkirin, çekên kevin ku pê gundê xwe diparastin, lîstokeke kevin ku jêre dibêjin ‘Mengelê an jî Arecha’, destar û hwd...

Hec Elî li gundê Sincq Xelîl di maleke piçûk de dimîne ku li derdora wê alav û amûrên çandiniyê yên kevnar hene. Hec Elî dibêje ku ev amûr bavê wî di cotkariya xwe de bikar dianîn û wî jî ji ber hezkirina xwe ji van alav û amûran re heta niha wan diparêzê. Hec Elî dibêje, ji bo ku van alav û amûran bi nifşên nû bide nasîn di mala xwe de diparêze.
Hecî Elî dibêje, “ji ber ku evan alav û amûrên kevnar xwedî nirx in û wateyeke wan a çandî ya mezin heye û ji bo ku ez van alav û amûran bi nifşên nû bidim naskirin ez di mala xwe de diparêzim. Ji bo ku çanda kurdî di vî warî de neyê windakirin û hêza afirandinê ya kurdan di çêkirina alavên çandiniyê de ji her kesî re bide nîşankirin. Ez dixwazim jiyana gundiyan a sedsalên borî û rihê komunaltiya wan û hezkirina wan ji hevûdu nîşanî nifşên nû bidim.”
Di biwara girîngiya van alav û amûrên kevnar de û nexasim di vê qonaxa ku herêm têre derbas dibe de Hec Elî got: “ji ber ambargoya ku li ser herêmê ji gelek aliyan ve hatiye ferz kirin û buhabûna sotemeniyê, em dikarin van alav û amûrên kevin niha jî bi kar bînin.”

  AMÛDÊ