Pêvajoya ku weke dirêjiya darbeya AKP-MHP xwe da der, binavê Referandûmê hat pênasekirin. Di esil de ev pêvajo parçeyek ji stratejiya AKP-MHP’ê ya şer û kaosê ye. Ev stratejî, ku di pêvajoya referandûmê de pir alî çalak bûye, nas e ji me re. Di bîra me de ye, ku rojnameyên AKP bi yek manşetî gotin, An pergala Serokatiyê, An jî Kaos’. Û niha jî dibêjin an dengê erê an jî teror. Tam di vê qonaxê de lazime, em têkçûna mezin a Erdogan-AKP ya 7’ê Hezîranê bînin bîra xwe. Ya rastî ev pergala niha tê payîn bi darbeyeke din were serî û dibin navê referandêmeke ne meşrû de pêk tê, xwestin 7’ê Hezîranê bibin serî. Yanî ew hilbijartin ji bo wan, weke pêşreferandûma pergala serokatiyê bû. Gefa an pergala serokatiyê, an jî kaos hingê eşkere xwarin. Lê ma’lume 7’ê Hezîranê ji Erdogan-AKP re bi hezîmetek mezin bi encam bû û têk çûn. Gotina Selahattin Demirtaş a ‘Em te Nakin Serok’ vegotina herî bi bandor bû li ser AKP’ê.  

Dîtin ku pergala dixwazin saz bikin, di şertên normal de pêkan nîne. Xulase kengî têkçûn, Erdogan-AKP hingê stratejiya kaosê ku qal kiribûn kûr kirin. Darbe kûr bû, şer gur bû, komkujî û êrişên hundir û derve AKP qat bi qat zêde kirin. Ji xwe ev pêvajo jî weke pêvajoya hebûn û tinebûnê pênase kirin. Ê ev rast bû, ji ber ku ruhê hevpar yê gelan 7’ê Hezîranê ew di sindoqê de binax kiribûn. Pêvajoya darbeyê ya 1’ê Mijdara 2015’an, ew hilbijartina ne rewa ku bi darê zorê AKP cardin kir desthilatdar jî bergiriya AKP ya li hemberî têkçûnê bû. Lê nekarî xwe ragire, ji ber ku ji binî de hejiya bû 7’ê Hezîranê. Li hundir bi zext û zilma di asta faşîzmê de, li derve jî bi polîtîkayên neo-osmanî yên hegemonîk, xwest temenê xwe dirêj bike. Di vê qonaxê de, MHP-AKP dibin heman sîwanê de, kom bûn. Erdoganê ku winda kirî, bi ‘mehra’ lige MHP pêvajoya dibin navê referandûmê de dest pê kir. Ev yekbûn, di heman demê de zewaca dînperest û nijadperesta ye. Çavkaniya Kaosê jî ev enerjiya negatîf a yek perest e. Ev têgehiştine ku li pêşiya xwe ruhê 7’ê Hezîranê yekane asteng dibîne. Lewma di serî de Kurd, êrişî hemû pêkhateyên vê eniya demokrasiyê dike. 

Niha di van rojan de, li her qadê zext û zordestiya AKP-MHP di asta herî jor de ye. Dewleta ku li Kurdistanê têkçûyî, cardin hovane êriş dike. Xirabê Babê nimûneya herî dijware ji van êrişan. Me famkir, ev jî parçeyek ji wê stratejiyê ye ku dibêje, an hunê bêjin erê, an jî hûnê bên kuştin, an hûnê serî bitewînin, an hûnê bên kuştin. Kurd van kiryarên hovane ji Cizîrê dizanin û baş dizanin ka kî bû li wir serî netewand û biser ket. Li aliyê din êrişî parlementeran dikin, yên girtî berdidin û piştre cardin digirin; her weke lîstokeke şerê taybet. Parlemeneteriya Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag betal dikin. Digirin, dikujin, ditirsînin, davêjin zîndanan... Dixwazin têgehiştina zextê ya kûr di mejiyê mirovan de bi cih bikin. Ev êriş hemû ji yek navendê, ji navendeke şerê taybet tên meşandin. Medya şerê taybet a AKP-MHP’ê jî pêşengiya vî karî dike.

Weke hêza sereke ya ku faşîzmê liser piyan digire, medya şerê taybet kêlî bi kêlî têgehiştina civakî çêdike. Her roj bi manşetên hîn krêttir yên bê krîter, îspat dike ku faşîzm e liser kar.

Ev tenê çend xalin dibêjim, yên mayîn em hemû baş dizanin. Ji vê giringtir tiştek heye, sekna li dijî vê faşîzmê! Tam jî di rewşek wiha de, pirsa ‘Emê çi û çawa bikin’ tê rojevê. Dijberên faşîzmê li dijî vê pergala tarî xwe bi lez rêxistin dikin, ev gelek giringe.  Û ev rêxistinî di heman demê de weke eniyeke berfireh a demokrasiyê derdikeve holê. 

Mirov bawer dike, ew ruhê gelan yê 7’ê Hezîranê, AKP têk bir, vê carê diyare dê AKP-MHP têk bibe. Lê tiştek heye bi destûra we bêjim; dibînim ku li derdorê hîn jî hin bê hêvî hene, ku tevî ew çend sedemên Na yên qewî hene jî, dibêjin em çi bikin jî dê erê derkeve. Gelo ev rewşa ruhî ji serî de ne pejirandina vê pergala zalim e? Têgehiştina ku artêşa medya şerê taybet dixwaze çêke, tam jî ne ev e? Belê. Wê demê berî her tiştî hêvî, ma ne gotine, hêvî ji serkeftinê binirxtire. Tam deme em ji bêhêvîtî, dudilî û can giraniyê rizgar bibin, ev deme. Yeqîn, ev ne referandûmeke ji rêzêye ku pergalek ji xwe re serokek hilbijêre. Ev ne demek normal e ku emê bêjin, deng bidim jî dibe, nedim jî dibe. Yek ji qonaxên giring yên çarenûsê ye ev referandûm. Na jî û erê jî dê me hemûyan bandor bike û rêçûna me, jiyana me diyar bike. 

Lewma eger Na biserkeve, dê pergala faşîst hîn mayînde nebûyî têk biçe. 

Qonaxeke wiha krîtîk li pêşiya me ye, ku dengên me, dengekî me dê encamê biguherîne. Ji xwe serjêrbûna pergala faşîzmê ku dixwaze dibin navê destûra nû de, di referandûmê de mayînde bibe bi lez bûye. Ya mayî, em jî dengê xwe tevlî dengê gur Na bikin. Ji ber ev qonaxe ku dê me bigehîne ber siberojek demokratîk. Dijberên vê pergalê hemû baş dizanin, eger padîşahiya Erdogan rewa bibe û bibe pergal, wê şer û kaos kûrtir bibe.