Lê dema ku DAIŞ di 10ê Heziranê Musul dagirkir û konê xwe li ber deriyên Bexdayê veda û vekir, wê çaxê DAIŞ ket rojeva dinya û cîhanê. Û bi ferman û jenosida Kurdên Êzidî dinya lerizî, serûbin bû û wijdan rê neda ku çawên xwe bigirin. Pêwîst bû ku li hember wan Moxolên dema nû, barbar û wehşiyan bêdeng nemîne. DAIŞ çawa û li ku derket? DAIŞ (Dewleta Îslamî ya Iraq û Suriyê) piştî şerê Emerika li dijî Saddam li Iraqê derket holê. Ji salên 2003an heya 2006an wek baskek El Kaide hat nasîn. Paşê navê xwe kir Dewleta Îslamî ya Iraq. Di wan salan û şûnda jî li Iraqê gelek qetliam pêkanî, bi dehhezaran însan kûşt û camiyên Şiiyan teqand, êrişî Xiristiyanan kir. Di bin qetlîama Tîrmeha sala 2007 li hember Kurdên Êzidî mohra wê rêxistina hov heye. Piştî ku li Suriyê şer derket, derbazî vî alî bû û bi hinek rêxistinên Îslamî wek El-Nusra re bi hevgirtin û bi hevra xebitin. Paşê navê xwe gûhert û kir Dewleta Îslamî ya Iraq û Suriyê (DAIŞ). Li Suriyê rolek, erk û wezifeyek DAIŞê hebû. Ev jî li hember Rojavayê Kurdistanê şer, talan û qetlîam bû. Dema DAIŞ li hember Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dişkest, şikestin dixar, wê care êrişî rêxistinên opozisyonê, muxelefetê dikir. Bi wan êrişan dixwest ku morala cihadîstan neşkê, tim meşgûl û di bin qontrolê de bin. DAIŞ ji çend kesî pêktê û ji ku hatine?

Li gor agahiyên îstibaratên rojavayî, Emerikî û Ewropî hêjmara cihadistên DAIŞê li dor 15.000 kesî ye. Gelekên wan ji derva çûne û bi navê Xwedê û Îslamê li Suriyê û Iraqê bo cîhadê qetlîaman pêktînin, zarokan dikûjin, jin û qîzan dîl digirin û direwînîn, dil û cîgerên kûştiyan dixwin, însanan bi bombeyan diteqînin, serjêdikin û cûre cûre hovitî pêktînin. Yên ku ji Ewropa çûne û di nav DAIŞ’ê cih girtine digêhêje dora 5.000 kesî. Istixbarata Almanya bi resmî behsa 400 kesî dike ku çûne nav refên DAIŞê. Lê hêjmar hên zêdeye, ber ku kes nizane, ev xortên ku bo gerdenişê, tatilê çûne Tirkiyê, çi dikin û li ku ne. Ji Fransayê dora 1.000 kesî, ji Ingîlistan dora 1.500, ji Bosna, Kosova, Albanya jî dora 1.000 kesî li ser Tirkiyê derbazî Suriyê bûne. Hêjmara yên ku ji Hollanda, Belçîka, Avusturya, Skandinavya û Swîsre çûne nayê zanîn. Li gor texminan dora 5.000 kes ji Ewropayê di nav refên DAIŞê de cih digrin. Hejmara yên ji Kafkasya, Çeçenistan, ji Efganistan, Pakistan, Endonezya, Malezya çûne ne diyar e. Dîsa yên ji welatên Ereban, ji Libya û Fasê, ji Erebistana Sûudê bo cîhadê çûne, kes nizane. Dîsa yên ji Tirkiyê çûne nayê zanîn. Xêynî wan cîhadîstên derva, gelek eşirên Erebên Sunnî li Suriyê û Iraqê piştgiriya DAIŞê dikin. Endamên Baasa Saddam û serbaz û memûrên wî jî piştivaniya wê dikin. Ger piştgiriya eşirên Ereb nebûya, DAIŞ nikaribû ewqas mezin biba. Kî piştivaniya DAIŞê dike?
Dinya û alem jî dizane û dibê ku dewletên ku piştivaniya DAIŞê dikin Erebistana Sûud, Qatar û Tirkiyê ne. Sûud û Qatar pere û çek didin. Tirkiyê jî cîhadistan dihevîne, perwerde dike, lojistik dide û wek terminal û istasyonek navnetewî alikariya DAIŞê dike. Yên ku ji derva tên bi piranî li ser Tirkiyê derbazî Suriyê dibin û di bin refên DAIŞê de cih digrin. DAIŞ ji Tirkiyê erzaq û derman distîne; birindarên DAIŞê li Tirkiyê tên derman kirin. Tirkiyê jî petrol û neft ji DAIŞê dikire. Ticareta navbêra Tirkiyê û DAIŞê bi her roj zêde dibe. DAIŞ li Tirkiyê û bakûrê Kurdistanê bi eşkere dixebite û wek ofisa leşgeriyê, xortên Kurd û Tirk tên xepandin û bo Suriyê tên şandin.
Abdulkadîr Selvî behsa 2.000 TIR, an jî loriyan dikir ku ji aliyê MITê derbazî Suriyê bûne. MIT ne saziyek xêrxwaz û ne jî Heyva Sor a Tirkiyê ye. MIT istixbara Tirkiyê ye û eşkereye ku çek û teqemenî dişîne DAIŞ û El-Nusra. Du armancên Tirkiyê hene: Bikaranîna hêzên cihadist li hemberî Rojava û gelê Kurd û dewletek Îslamî a Sunnî li keleka Tirkiyê. Bo wan her du armancan, her tişt bo Tirkiyê mûbah e. Dewleta Islamî çiqas mezin e. Ji Helebê destpêdike û li ser Reqqa, Derazor derbazî Iraqê dibe û li ser Musul digêhêje Tikrît û Felluce. Gelek eşirên Ereb li Suriyê û Iraqê piştgiriya DAIŞê dikin; hinek bi daxwaz û bi bîryara xwe, hinek jî bi darê zorê. Ger piştivaniya eşirên Ereb nebûya, Musul nediket destên DAIŞê. Ger piştivaniya eşirên Ereb nebûya, DAIŞ nikaribû bi serê xwe û bi hêsanî êrişî Şengalê bikira.
Êdî zehmete ku PKK û HPG bi terorizmê bên tewambar kirin. Medya û ragîhandina cihanê, televizyon û rojnameyên Ewropî û Emerikî eşkere belavkirin ku YPG û HPG gîhiştine hawara Şengalê û bi can û xwîna xwe koridorek bo rizgariya Êzidiyan vekirine. Piştî belavbûna wan nûçe û xeberan êdî mohra teroristiyê li ser PKK bê tesir bû. Di rojname û kovarên mezin yên Ewropê û Almanya, wek Der Spiegel, Frankfurter Allgemeine, Süddeutsçe Zeitung, Frankfurter Rundsçau û gelekên din de, behsa rakirina mohra terorizmê li ser PKK bi dengek bilind tê kirin. Rojnameya Alman Die Tageszeitung (taz) di roja 3ê Îlonê bi manşêta „PKK gehört zu Deutsçland“ (PKK parçeyek, an jî rastiyek Almanyaye“ derket û qedexeya li ser PKK pûç kir.  Pêwîste sazî û rêxistinên nêzikî PKK li Ewropa xwe ji ajandayên hinek grup û komên ku ji sê (3) kesan pêktên, dûrxin û bi hêzên moderat re bidin û bistînin, têkevin têkiliyê. PYD û PKK, YPG û HPG rola xwe li Rojava û Başûr isbat kirin. PYD û PKK, YPG û HPG isbat kirin ku li hember çeteyên, çeqalên DAIŞê berxwebidin û wan diqewtînin, parazvaniya kêmnetew û olan dikin. Ger Emerika û Ewropa bixwaze ku DAIŞ bê şikestin, pêwiste li Suriyê piştgiriya YPG û PYD û her ûsa ya Kantonan bikin.

MEMO ŞAHÎN

msahin1@web.de