Tevî hevalên rojnamevan, gelek Kurdistanî jî, dîmenên bûyer û çalakiyên derdora xwe dikişînîn û dişînin havûza me. Em jî, di nûçeyên xwe de, ji wan dîmenan sûd werdigirin.

Heta mirov dikare bibêje, piraniya nûçeyên me li ser wan dîmenan tên amadekirin. Roja çarşemê jî, wekî her roj, berê li ajansan nêrî û dûre jî dîmenên wan geriyam. Dîmenên ku lê digeriyam, 4 ji wan dîmenên çalakiyên ji bo perwerdeya Kurdî bûn. Li Bazîd, Malazgîr, Westan û Bêgirê çalakiyên ji bo perwerdeya ziman pêk hatibûn.
Welatiyan berê daxuyanî dabûn û dûre jî bi daxwaznameyên ji bo perwerdeya Kurdî, serî li muduriyetên navçeyê dabûn.
Nûçe û çalakiyên girîng bûn. Diviyabû em derxin pêş û ji bo deverên din, bibin mînak. Deverên din jî, ji bo heman daxwazê bikin nava tevgerê. Bi vê armancê min klasora dîmenan vekir. Min nêrî dîmenên Bazîd, Malazgîr û Westanê hatine. Bi kêfxweşiyeke mezin, bi dîmenê Westanê vekir.


Lê çi bibînim!
Daxuyaniya ji bo perwerdeya Kurdî bi "Tirkî" ye. Min got tiştek nabe, dîmenên çalakî û daxuyaniyên li Malazgîr û Bazîdê hene, wan derxe pêş. Bi vê fikrê min dîmenên çalakiya Malazgîr vekir.  Lê min nêrî, ev daxuyaniya ji bo Kurdî jî, bi 'Tirkî' ye.
Hinek moralê min xera bû, lê ji ber dîmenê Bazîdê, min dîsa got, tiştek nabe. Herhel li cih û warê Ehmedê Xanî jî, wê daxuyaniya ji bo Kurdî ne Tirkî be. Bi hêviyeke mezin, dîmenên çalakiya ji bo ziman ya Bazîdê vekir. Ew dîmenê bi min bi hêviyeke mezin vekir, ez şoq kirime. Min nêrî, ew dîmenê çalakiya ji bo ziman yê cih û warê Ehmedê Xanî jî, bi zimanê 'Tirkî' ye. Bi gotina, were dîn nebe, ji cihê xwe rabûm û bi dehan deqeyan nehatim ser hişê xwe.

MEMED DREWŞ