Ji ber ku Êzîdiyan di 1961’an de piştgirî dan şerê li hemberî Rejîma Iraqê ji gundên xwe yên li qontarên çiyê, anîn deştê û li vir ji bo wan gundên navendî hatin avakirin. Demek dirêj ne av, ne ceyran ne jî rê ji van gundan re çêkirine. Piştî rejîma Iraqê hilweşiya, vê car jî Êzîdî ji ber baweriya xwe rastî êrîşan hatin. Ji bo tevkujiya Êzîdiyan fetwa hatin derxistin û ew ji Musilê hatin derxistin. Aliyê Musul û Ereban ji Êzîdiyan re hat girtin. Bi boneya ku li cihên ku Êzîdî lê dijîn ne febrîqeyek ne jî cihek kar heye hin malbat bi sewalkariyê, hinek jî bi çandiniyê hewl didin debara xwe bikin. Piraniya Êzîdiyan betal in û nikarin ji perwerdeyê sûd bigirin.
Êzidî tenê dikarin li bajarên Dihok, Silêmanî û Hewlêrê kar bi dest bixin. Li van deran jî ji ber ku di nava gel de tê gotin ku destê Êzîdiyan li çi bikeve heram dibe, ew nikarin bi hêsanî kar peyda bikin. Hin Êzîdî dibêjin ku dema ew li wesayîtan siwar dibin, ji ber dizanin ew Êzîdî ne wana peya dikin. Li Hewlêrê, hûn dikarin her roj dibin, tîna rojê an jî dibin baranê de Êzîdiyên li benda kar disekinin bibînin. Dema ew kar dibînin jî li gorî kurdên misilman nîv bûha dixebitin. Li gorî agahiyên me dest xistine, hêzên asayîşê yên li Silêmaniyê bm hincet ji Êzîdî, kurdên Rojhilatê Kurdistanê û niştecihên wargeha Mexmûrê xwestine ku Silêmaniyê biterikînin.
Ev rewş bi temamî berpisyariya Hikûmeta Herema Kurdistanê ye. Çavkaniya vê rewşa Êzîdiyan polîtîkayên Hikûmeta Herema Kurdistan e. Li pişt van gotinan ez dixwazim qala taloqkirina Konferansa Navnetewî ya Êzîdiyên ku diviya di 15’ê cotmehê de bê lidarxistin û ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK’ê ve hatiye taloqkirin.
Êzîdiyan dixwest ku li Herema Şengalê bi tevlibûna gelek delegeyên ji Rusya, Ermenîstan, Gurcîstan, Ukrayna, Bakûrê Kurdistan, Rojavayê Kurdistan, Başûrê Kurdistan û Ewrûpayê hatine konferansek li dar bixin. Lê konferans ji aliyê hêzên asayîşê yên PDK’ê ve hat astengkirin. Gelek delegeyên ji derve hatine ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin binçavkirin û di binçav de rastî heqaretê hatine. Hatiye gotin ku konferans ewlehiya wan dixe taloqeyê û li pişt konferansê de jî PKK heye, ji ber vê destûr nadin. Mîr Tehsîn jî ji bo ku otoriteya wî têk neçe wî jî zêde piştgirî nedaye konferansê. Ji ber ku ditirse bi vê konferansê dê li hemberî otorîteya wî otorîteyek demokratîk derkeve holê Mîr Tehsîn piştgirî nedaye.
Li aliyekî PDK li aliyekî rêxistinên Ereb
Armanca konferansa Êzîdiyan jî ew ku bi Êzîdiyên ji milk û warê xwe hatine sirgunkirin û belavî cîhanê bûne birêxistin bi vî awayî pirsgirêkên xwe yên wekî koçberî, perwerdehî, aborî, civakî, siyasî û tenduristî çareser bikin. Gelo ji bo kesekî Êzîdî kijan derê vê konferansê taloqe bûye? A esas, ez bawer nakim Mîr Tehsînn bi tenê serê xwe ev biryar dabe. Piştî vê di pişt vê biryarê de PDK heye. Li Şengalê nerehetiya li hemberî PDK’ê gelek zêde ye. PDK dibêje an ez an jî rêxistinên Ereb ên radîkal. Rêxistinên Ereb ên radîkal, li hemberi Êzîdiyan komkujiya fizîkî bi kar tine, PDK jî dixwaze Êzîdî li gel hemû bê derfetiyan jî dîsa bê pirs û pirsyar pişta xwe bidin wan. Dîsa kurdên misilman keçên Êzîdiyan direvînin û dikin misilman. Bi vî awayî dixwazin bi komkujiya çandî jî Êzîdiyan ji holê rakin. Polîtîkaya PDK’ê ya heta niha li hemberî Êzîdiyan bi kar aniye, komkujiya çandî ye. Ji ber van pêkanînan bertekên Êzîdiyan li hemberî hêzên başûrî gelek zêde ne. Êzîdî din pêkutiyan de ne. Niha jî ji bilî, rêxistinên Ereb ên radîkal û PDK’ê rêya sêyemîn ya xwe rêxistinikirinê derletiye pêşiya wan. Vê firsendê hêviyek gelek baş dabû wan. Lê PDK jî gelek tirsandibû. Lewra êdî Êzîdiyan li hemberî komkujiya fizîkî, komkujiya çandî qebûl nedikir.
Zihniyeta ku ditirse Êzîdê bên cem hev wê çewa destûr bide konferansê. Lê êdî tu kes nikare rê li ber vê pêvajoyê bigire. Şengal nebe wê li Amedê be. Ger ev konferans pêk bê PDK wê winda bike. Li gel ku dewleta faşîst a Tirk ku kurdan ji bo xwe wekî gef dibîne jî dest dide, PDK’ê konferans taloq kir. Gelo wê vê çawa ji kurd û Êzîdiyan re rave bike? Ji Êzîdiyên ku ji Rusya, Ermenîstan, Ukrayna û Ewropayê hatine, xwestine ku di nava 24 saetan de welat biterikînin. Wekî hincet jî dibêjin, hûn ewlehiya me tehdîd dikin. Nexwe yekitiya Êzîdiyan û rêxistinkirina wan PDK tehdîd dike, bila hemû kes vê wisa bizane.
YUSUF ZIYAD