Gelek kes dibên; “Xwezila min di raperîna 1991’ê de cîh negirtana”, “Dema Seddam ji vî demê baştir bû”, “Her kes ji bo gîrfanê xwe dişixule”, “Hemû serwet û samana Kurdistanê ji sê çar malbatan re diçe”, “Êdî ji bo pêşerojê hîç hêviyek min nema”, “Ev rewşa ku em têde ne êdî ne mumkune ku sererast be” û gotinên bi vî rengî her roj bi dehan car tê bîhîstin. Bêbaweriyek pir mezin bi gel re çêbûye. Gel heta qirikê tijî bûye. Hatiye wî halê ku li benda wesîleyekiye ku biteqe. Di vî çarçoveyê de pêwistî bi hinek pirsên girîng hene; gelo çawa bû ku gel hat vî halê? Sedemê bêzarbûna gel çiye? Çima gel wiha bêbawer bûye? Ji her demê zêdetir pêwistî bi bersiva van pirsan heye. Gelek sedemên vê yekê hebin jî em ê bi karibin li ser hinek sedema bisekinin. Her çend em ê bersivên hinek sedeman bidin jî pêwistî bi bersivên hîn berfirehtir jî heye.
Derewê mezin: Şoreş
Beriya her tiştî pêwist e mirov bibêje ku li Başûrê Kurdistan heta anha şoreşek çênebûye. Gelek behsa şoreşa Başûrê Kurdistan tê kirin. Lê şoreşa ku behsa wî tê kirin ne şoreş e, dij-şoreş e. Şoreşa ku behsa wî tê kirin hîştiye ku li Başûrê Kurdistan şoreş çênebe. Ji bo ku şoreş çênebe gelek astengî hatine çêkirin. Ji bo ku di nav civaka Kurdan de şoreş neyê çêkirin tedbîr hatine girtin. Bi îttîfaqa pergala “dizê malê” û civaka kevneşopiya teslîmiyetkar li berdem şoreşa başûrê Kurdistan bendavek pir mezin hatiye çêkirin. Ji bo çaweşekarî ji vî dij-şoreşê re dibêjin şoreş. Baş tê zanîn ku ev derewek mezin e.
Teslîmiyeta dîrokî
Ji bo ku em ji vî derewa mezin baş fam bikin pêwist e du sed salê herî dawî baş were famkirin. Di nav vî du sed salê de sed salê herî dawî jî pêwist e taybet were famkirin. Bi taybet jî bûyerên ku piştê Şerê Cîhanê ya Yekemîn derketine holê girîng in. Li gor babeta ku em li ser disekinin pêwistî bi analîzkirina hinek diyardeyan heye. Bi taybet dema ku em li raperîna Şêx Mehmûd Berzencî dikin, her çiqas berxwedanek cidî kiribe, sê car hukumet îlan kiribe jî di herî dawî de teslîmê pergala Iraq û Brîtanya dibe. Li miqabilê teslîmbûyînê heta dawiya temenê xwe wek însanek ji rêzê kare jiyan bike. Birayê mezin ê Mele Mistafa yê bi navê Şêx Selam di encama tekoşîna xwe de teslîmê Osmaniyan dibe û 1914’an de tê darvekirin. Birayê mezin ê Mele Mistefa yê din a bi navê Şêx Ehmed piştê tekoşîna xwe teslîmê pergala Iraqê û Brîtanya dibe. Dişînin surgunê û piştê ku ji surgunê vedigere heta dawiya temenê xwe dev ji siyasetê berdide wek însanek ji rêzê heta dawiya temê xwe jiyan kir. Mele Mistefa bi xwe dema ku li dijî Iraqê tekoşîn destpêkir û li berxweneda zû têk çû û berê xwe da Rojhilatê Kurdistanê, bi têkçûna komara Mahabad bi awayek berê xwe da Rûsyayê. Piştê vegerê demek kin teslîmê siyaseta Îran ê û modernîteya kapîtalîst bû. Yê ku jêre dibêjin şoreşa Eylul eleqeya xwe bi şoreşê nîne. Piştê ku di nav KDP de gelek nakokî derketin Îbrahîm Ehmed û Celal Talabanî li gel grûba xwe çûn teslîmî pergala Îranê bûn. Dema ku Mele Mistefa li gel Îranê dûbare lihevkir vê carê ve grûp çû teslîmê pergala Iraqê bû. Peyva caşê 66 wê demê derket holê. Aş betal encama siyaseta teslîmiyetkar derket holê. Enfal û kîmyebarana ku li Başûrê Kurdistan li pêş ket encamê teslîmbûyîna siyaseta hêzên Başûrê Kurdistanê bûn. YNK çû pastarê Îran anî li dijî pergala Iraqê bi kar anî. Iraq jî mikabilê vê yekê van hewildana wek xiyanet li welatê xwe bi navkir û bi awayek dij mirovahî êrîşên komkujiyê li pêşxist. Raperîna 1991 jî piştê ku Seddam Husên Kûweyt ê xist bin destê xwe di encama êrîşên hêzên navnetewî statuyek hat çêkirin. Em karin bêjin ku di nav tepsiya zêrîn de statuyek hat pêşkêş kirin. Ji ber ku di vir de jî teslîmiyetek hebû yekem biryara Parlementoya Herema Kurdistanê li dijî PKK şerkirin bû. Piştê 2003’yan pergala Seddam ruxiya. Êdî bi hemû şêweyê teslîmbûyîna modernîteya Kapîtalîst hat li pêşxistin.
Gel jî fêrî teslîmiyetê kirin
Yê herî xirab ew bû ku gel fêrî teslîmiyetkariyê kirin. Li Başûrê Kurdistanê bawerî bi tekoşînek serbixwe û azad nemaye. Li gor baweriya ku hatiye çêkirin ji bo ku karibî li Başûrê Kurdistanê bijî, pêwist e pişta xwe bide dewletek, wekî din li ser hêza xwe nikare bijî! Li hember tekoşînek serbixwe bêbaweriyek mezin çêbûye. Ev siyaset, Başûrê Kurdistanê di nav xwe de parve kiriye. Wek mirnîşînê berê her mirnîşînek sînorê wî hebû û girêdayî Împaratoriya Osmaniyan bûn. An ha jî her du malbatên ku taybet hatine çêkirin Başûrê Kurdistanê ji xwere parve kirine. Di her du malbatan de jî bi dehan deshilatdariyên biçûk biçûk derketine û ev desthilatdariyên biçûk biçûk şev û roj diziyê dikin û dewlemendiya Başûrê Kurdistanê pêşkêşî dagirkerên kevn û nûh dikin. Gel vî yekê dibîne lê gel hatiye kolekirin nikare dengê xwe bike. Gel hatiye ber teqînekî pir mezin lê pergala kolekirina takekes û civakê nahêle ku gel bi ber azadiyê ve bimeşe. Keyran û alozî li ser vî bingehê derketiye û her ku diçe kûrtir dibe.
Anha takekes û civak hatiye kolekirin ji ber vê jî jiyanek mirî derdikeve holê. Pêwistî heye ku takekes were azad kirin û civak were avakirin. Ev yek wê bi xwe re jiyanek azad jî bîne. Ji bo ku şoreşe li pêşbikeve pêwistî bi kedek mezin û kadroyên ku karibin şoreşê avabikin heye. Hewildana ku heye jî mijara nîqaşên berfireh in. Lê belê em baş dizanin ku gelê Başûrê Kurdistanê bi tenê nîne û bê xwedî nîne. Çiqas li dijî şoreşê bêbaweriyek û pergala koletiyê hatibe li pêşxistin jî baweriya me bi şoreşek mezin û berfirewan heye. Çawa di dema civaka sirûştî de etnîsîteya Kurd ji bo niştehcîbûnê, kiştûkal û ajaldariyê bû xwedî şoreşên pir mezin û ev şoreşên mezin bi hezaran salan berdawam kirin, îro jî li Rojhilata Navîn çawa li sê beşê Kurdistanê tekoşînek bêhempa heye wê bi heman şêweyê ev tekoşîna bêhempa li Başûrê Kurdistan jî perebistîne û vek volkanek biteqe.
Huner DILDAR