"Îna xurtkirina hevgirtin û yekîtiya gelên li Sûrî..." Xwepêşandanên bi vê sloganê pêk hatin, armanc û rastiya têkoşîna azadî û demokrasiyê ya ku li Rojavayê Kurdistanê tê meşandin raxiste ber çavan. Kurd peyam didin ku ew ji bo azadiya hemû gelên li Sûrî têkoşînê xurt dikin.
Li gel xwepêşandanên girseyî, pêngava bi navê "stranên me dengvedana şoreşa me ne" ku wê hefteyekê dewam bike jî, destpê kir. Vê pêngavê rengîniya şoreşa Rojavayê Kurdistanê zêdetir kir. Mîtînga ku di çarçoveya vê pêngavê de doh li bajarê Qamişlo pêk hatî, bandora çand û hunerê ya li ser şoreşê destnîşan kir. Ev pêngava tevî ku tenê wê hefteyekê li Rojavayê Kurdistanê dewam bike jî, ya girîng slogana lê hatiye kirin e. Gelê Rojava bi vê pêngavê peyam da ku ew ê şoreşê bi stranên xwe tacîdar bike. Şoreşa ku bi stranan re dibe yek, wateya wê hê mezintir dibe. Çawa ku straneke bi bandor di nava demeke kurt de li her deverê belav dibe û bi ti awayî ji bîra mirovan naçe, divê şoreşa Rojavayê Kurdistanê her tim di hişê mirovan de zindî bimîne. Bi sed hezaran Kurdên Rojava yên daketin meydanan ev biryardariya xwe destnîşan kirin û peyam dan ku ew bi qasî misqalekê jî coş û heyecana şoreşê kêm nekin.
Piştgirî û xwedîderketina perçeyên din yên Kurdistanê û gelê me yê li derveyî welat, coşa li Rojavayê Kurdistanê 2 qat zêdetir dike û hêzê dide şoreşa azadiyê. Êdî tevahiya gelê Kurd, şoreşa li Rojavayê Kurdistanê weke strana azadiyê ya hevbeş qebûl kiriye. Kurd bi vê helwesta xwe nîşan didin ku ew dixwazin tevî gelên din di nava wekheviyê de bijîn. Li gel vê daxwazê biryardariya xwe ya ji bo avakirina netewa demokratîk jî derxistin holê.
Êdî li cem gelê Kurd ti wateya sînorên çêkirî nemaye. Êdî di rih û mejiyê Kurdan de ti sînor nemane. Kurd ji niha û pêve wê bi meş, çalakî û xwepêşandanên xwe jî, hilweşandina van sînoran nîşan bidin. Gelê Kurd îro li ser erdnîgariya li ser dijî, ber bi avakirina netewa demokratîk ve diçe. Xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hêzeke mezin daye vê yekê. Kurd bi vê biryardariya xwe, bersiva pêwîst dane wan derdorên ku îro li hemberî şoreşa Rojava şaş mane û tirs ketiye nava dilê wan. Yekîtiya di nava Kurdên Rojavayê Kurdistanê de pêk hatiye, wateyeke mezin da bersiva li hemberî van hêzan. Di vê pêvajoyê de ya girîng ew e ku yekîtiya li Rojavayê Kurdistanê bibe hîmê avakirina netewa demokratîk. Eger ev yek pêk were wê demê dengvedana strana şoreşê wê li her deverên cîhanê belav bibe û bandorê li hemû şoreşan bike.
Li gel van bûyerên girîng yên li Rojavayê Kurdistanê, îro li Bakurê welat jî gerîlla bi tevgera xwe ya şoreşgerî biryardariya avakirina netewa demokratîk destnîşan kiriye. Kurd wê bi serhildanan hêza vê biryardariyê zêdetir bikin. Kurd li her devera lê dimînên bi awayekî eşkere li Rojavayê Kurdistanê xwedî derdikevin û şoreşa azadiyê silav dikin.Gelê Rojavayê Kurdistanê jî di xwepêşandanên rojên Înê de bersivê dide silavên birayên xwe. Vê bersivê jî bi xwedîderketina li yekîtiyê didin.
Desteya Bilind a Kurd jî bi pêşniyarên gel sembola hevbeş a Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir. Ev sembola hevbeş ya ku ji aliyê Desteya Bilind a Kurd ve hate ragihandin, di xwepêşandanên roja Înê de jî ji aliyê gelê Rojavayê Kurdistanê ve hat pejirandin. Ev gava dîrokî ne tenê ji bo Rojavayê Kurdistanê, di heman demê de ji bo Kurdên li çar aliyên Kurdistanê girîng bû. Ew kesên ku digotin, Kurd bi ti awayî wê di nava xwe de nebin yek, gelo li hemberî destnîşankirina vê sembola hevbeş xwedîderketina gelê Kurd lê, wê çibikin? Êdî Kurd bi ti awayî wê neyên lîstokê hêzên mêtinger û nebin mehkûmê siyasetên wan.  Bi têkoşîna azadiyê re, Kurd bûn xwedî nasnameyeke azad. Êdî Kurdê azad ê ku karibe xwedî li nirxên xwe derkeve û mafên xwe bidest bixe hatiye afirandin.
Gelê Rojavayê Kurdistanê tevahiya hefteyeke bê navber wê bi xwepêşandanên "Stranên me dengvedana şoreşa me ne" wê bi awayekî zelal xwedîderketina li nirxên xwe nîşanî her kesî bide.

DIYAR CIWAN