
Herêm di nava van hêzan de qels e û têk diçe. Jixwe her hêzek plan û rêbazên xwe li gorî demê û li gorî pêşveçûnên van nakokiyan diguherîne û ji nû ve saz dike. Hemû hêz bawer dikin ku rewşa cîhanê ya di sedsala 20’an de hatibû diyarkirin û bicihkirin, nema li gorî xwestekên wan e. Ew ne li gorî ewqas pêşveçûnên di warên Globalîzm û teknîkê de ne. Hêzên kolonyalîst li gorî derfetên xwe yên nû hewl didin herêman bigirin bin kontrola xwe. Lê li vir gel jî berxwedana xwe xurt dikin û bi şêweyekî xurtir doza azadî û demokratiyê dikin. Di encama ewqas pêşveçûnan de gelên bindest hişyar bûne û nema stemkarî û serweriya dagirkeran li ser xwe qebûl dikin. Herêma me, Rojhilata Navîn, a herî germ e niha.
Ew ji ber taybetmendiyên xwe ku wekî maka mirovayetiyê tê nasîn, bûye qada şerê desthilatdaran, çi hêzên herêmî bin çi hêzên cîhanî bin. Jixwe di tevahiya dîrokê de Mezopotamya her dem bûye navenda bûyer û rûdananên mezin. Prosesa guhertinên mezin li herêm û cîhanê bi rûxandina bolka Sovyetê di dawiya sedala bîstan de dest pê kir. Di sedsala 21’an de ev proses gihîşt nuqteyeke bilind. Hêzên navneteweyî plan kirin ku “îslama nerm” wekî bîrdoziyek desthilatdariyê bi cih bikin. Ev şêwe ji şêweyên ‘îslamê’ hizûra van hêzan wekî berjewendî û desthilatdarî xurt û rewa dike. Wekî din, ev şêweyê “îslama nerm” li gorî gelek civak û beşên gelên herêmê tê xuyakirin ku ev gel xwe wekî ol û çand di weha rêbaz de dibînin. Jixwe dema hinek beşên civakê li ser vê rêbazê li hev nekin, ev dîsa dikeve xizmeta hêzên global. Ev hêz dikarin zêdetir mudaxele bikin û destên xwe dirêjî nava hemû pirsgirêkekan bikin. Hêzên herêmî jî li gorî siyaseta giştî ya hêzên navneteweyî plana xwe diyar kirine.
Xwe di nava çarçoveya siyaset û stratîjiya hêzên navneteweyî ya der barê herêma Rojhilata Navîn de dîtine. Xwe beşek ji vê siyasetê dîtine û hewl dane sûdê jê wergirin û temenê xwe bi vê yekê dirêj bikin. Bi vî şêweyê îca “Bihara Ereban” ku wisaa tê nasîn, dest pê kir. Rêbazên guhertin û veguherînê yên vê ‘biharê’ dîsa bi destên îslama siyasî bû. Her wiha hewl hat dayîn ku nakokiyên di navera nijad, ol û mezheban de werin vejandin û geşkirin. Li Sûriyeyê ku qaşo vê ‘buharê’ dest pê kir, bi destên hêzên navneteweyî û hêzên herêmî formek muxalefetê hat damezrandin. Ew form di destpêkê de navê wê “Meclisa Niştimanî ya Sûriyeye” bû. Piştre bû “Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Muxalefeta Sûriyeye/ Itîlaf.” Ev form bi tevahî ji bo Tirkiyeyê hat radestkirin û ket bin biryara Enqereyê. Dewleta tirk jî bi riya vê formê xwest tevahiya muxalefeta Şamê bigire bin kontrola xwe û bi riya wê, siyaseta xwe ferz bike. Hêzek din a muxalefeta Sûriyeye berz bû, ew jî “Koordînasyona Hêzên demokrat/ Heyat El- Tensîq” bû. Ev forma muxalefetê ji gelek hêzên niştimanperwer ên bi salan e li dijî rejîma Şamê şerê demokrasiyê meşandine, pêk tê. Ji bo çareseriyekê ji rewşa Sûriyeye re bibînin, civaka navneteweyî li hev kir ku li Genefê kongreyekî navneteweyî ji bo Sûriyeye bê lidarxistin. Ev kongre bêyî ku muxalefet an rejîm beşdar bibin, li dar ket û tu encam neda.
Kongreyeke din bi navê Genef a 2’yemîn li dar ket. Ev kongre dîsa têk çû. Itîlaf tu hêza wê li ser erdê nemaye. Jixwe di vê navberê de li Sûriyeye prosesa kuştin û xerakirinê berdewam kir. Her komek çekdar planên xwe yên taybet hene û li gorî xwe tevdigere û hewl dide koma din ji holê rabike. Di nava aliyên muxalefeta Sûriyeye de dîsa Kurdan mînaka herî bi disîplîn û girêdayî rêbazên şer ên navneteweyî nîşan dan. Kurdan projeya Xweseriya Demokratîk bi cih anîn û li dijî hemû şêweyên şer û êrîşan, ji kîjan alî dibe bila bibe, xwe parastin. Bi vê yekê re Kurd bûn aktorên sereke li tevahiya Sûriyeyê. Berxwedana Kurdan li Şengal, Cezîrê û Kobanê li tevahiya cîhanê deng veda. Bi taybet li Kobanê ev berxwedan bû hêviya mirovahiyê li dijî kuştin û terorê. Hêzên navnete- weyî yekser biryara alîkariya Kurdan li dijî terorê dan. Berxwedana Kurdan wekî beşek ji ewlekariya xwe dîtin. Di vê dema dawî de 2 kongre der barê rewşa Sûriyeye de hatin lidarxistin. Yek li Qahîreyê bi armanca yekkirina nêrîn û helwesta hêzên muxalefetê. Tê payîn ku di buhara bê de dîsa li Qahîreyê kongreyek ji bo yekkirina hêzên muxalefetê dê were lidarxistin. Kongreyê 2’yemîn jî li Moskovê li dar ket.
Ew wekî hevdîtinekê di navbera muxalefet û rejîmê de hat dîtin. Armanc ew bû ku her aliyek nêrîn û şêweyê çareseriya ku ew difikire, bêje. Tiştê balkêş di van her 2 kongreyan de ew bû ku nûnertiya Xweseriya Demokratîk bi şêweyeke fermî hat vexwendin. Wekî encam: Em dikarin bêjin ku bi giştî rewşa li herêma Rojhilata Navîn li gorî xwestek û îradeya gelê Kurd tê guhertin. Ev yek jî bêguman encama ked û berxwedana YPG û siyaseta xeta 3’yemîn e ya ku Kurdan ji xwe re esas girtin. Niha dergehên ku berê li rûyê Kurdan girtîbûn, hemû vedibin û Kurd bi fermî tên naskirin û vexwendin. Jixwe projeya Xweseriya Demokratîk êdî bûye mînak ji bo tevahiya Sûriyeyê û gelek hêzên muxalefetê doza pêkanîna vê projeyê li Sûriyeya pêşerojê dikin. Bêgu- man ev pêşveçûn hemû dibin mîna barekî giran li ser milên me Kurdan û zêdetir xebat û kar ji me dixwazin. Bi taybetî gelê me yê li Ewropayê karê wî yê di warê dîplomasiyê de zêdetir giran dibe. Pêşwazîkirina Serokê Fransayê ya nûnerên Rojava tenê destpêkek bû. Divê em ji bo qonaxa nû xwe baş amade bikin û bi şêweyeke xurt û têkûz nûnertiya gel û doza xwe bikin….
Salih MUSLUM / Hevserokê PYD’ê