Li ser dengvedana bûyerê  rêveberiya Başûrê Kurdistanê neçar ma daxuyaniyeke fermî bide. Bi peyva "Peyvdarê Fermî" li ser navê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Umêd Sebah bi sernivîsa, "Heyder Şeşo bi fermî hatiye girtin û karekî ne yasayî dikir" daxuyaniyek hate belavkirin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Di miha Sibatê de hişyarî hatibû kirin ku wê destûr neyê dayîn li Şengalê ji ber hewldana avakirina hêzeke li derveyî yasayan were avakirin. Her wiha ji bo biryarê bidin du meh mohlet ji wan re hatibû dayin da bi Wezareta Pêşmergeyan ve werin girêdan. Bi hebûna xwe li ser desilatdariya Herêma Kurdistanê xetere ne. Ji ber vê yekê jî Heyder Şeşo û hin hesên din wê werin darizandin."

Heyder Şeşo ku yek ji Endamê Konseya Navendî yê Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan (YNK) ye beranberî hemû bêderfetiyan jî li Şengalê hêzeke berxwedanê ava kir û gav bi gav ev hêz bipêş ket. Her wiha ji ber helwesta PDK'ê û bi taybetî reva pêşmergeyan a ji Şengalê rexneyên tund li rêveberiya başûrê Kurdistanê û bi taybetî li PDK'ê dikirin.

PDK'ê her çiqasî xwest mîna ENKS'ya li Rojavayê Kurdistanê apê Heyder Şeşo Qasim Şeşo derxê pêş û berxwedana cewherî ya xortên Êzîdî îstîsmar bike û mîna hêzeke girêdayî xwe nîşan bide jî ev yek bi ser neket. Nerazîbûn û dilmayîna Êzîdiyan a ji PDK'ya ku ew terkî tevkujiyên DAIŞ'ê kirin bi beşdariya YBŞ û HPŞ xwe dida der. Tevî hemû pesindayin, derxistina pêş a Qasim Şeşo'yê PDK'î jî HPŞ'ya di bin fermandariya Heyder Şeşo de mîna hêzeke alternatîf roj bi roj mezin dibû û beşdariya ciwanên Êzîdî zêde dibû. PDK'ê ku ev yek ji bo xwe xeter dît daxwazên alîkarîdayinê red kirin û xwest di gotinê de xwe mîna hêzeke pêşmerge bi nav bikin. Piştî vê yekê jî di şexsê Heyder Şeşo de amadekariyên tasfiyekirin û bêbandorkirina HPŞ'ê hatin rojevê. Nûçeya Rûdawê ya bûye tetîkêşa PDK'ê bi nûçe û agahiyên belav kirin bingehê vê tevgera tasfiyeyê amade kir. Ji bo kêmtesîrkirina vê bêbextiyê jî, Rûdawê di cih de "şerê pêşmergeyan li Şengalê dadestpêkirin. Her kesê Rûdaw şopandî dizane ku yan ew ser tiştekî digire yan jî ji bo siyaseta PDK´ê erdê nerm dike.  

Rêveberiya Başûrê Kurdistanê bi sozên girêdana bi hêzên pêşmerge re û dayîna meaş xwest wan bi kar bîne. Li aliyê din ji ber bêderfetî û helwestên şaş ên rêveberiya başûr, tê gotin, bi sedan xortên Êzîdî beranberî standina meaş beşdarî koma Şiî ya El-Heşdu'ş-Şabî dibin. Rêveberiya Başûr jî tim xwest ku ciwanên Êzîdî beyî standina alîkarî û bêşert û merc bikevin bin kontrola PDK'ê û li ser navê wê şer bikin. Rêveberiya Başûrê Kurdistanê ku ji daxwaz û rêxistinbûyina Êzîdiyan re nebû bersiv li ser derketina alternatîfên din dest bi helwestên tolhilderî kir. 

Ji Şengalê beyî berxwedaneke biçûk veqetiyan û Kurdên Êzîdî terkî tevkujiya hovên DAIŞ'ê kirin. Di heman demê de ji hêz û hebûnên li berxwe didin bêzar in. Dixwazin mîna Qasim Şeşo li pêşberî kamerayan pesnê PDK'û Barzanî bidin û bêjin; "em pêşmergeyê Barzanî ne li ber xwe didin." Jixwe piştî bûyera girtin/revandina Heyder Şeşo Qasim Şeşo peyivî, mesele hem nerm kir, hem bi awayekî kirinên Heyder Şeşo yên ji bo xweparaztinê weke şaşî bi nav kirin û hem jî got hikmê PDK ferman e û bixwaze dikare wan bikuje jî.  Lê belê dema PDK  dibîne hêzeke berxwedanê heye û ne di bin kontrola wê de ye ji dijminê Kurdan bêhtir vê hêzê ji bo xwe xeter dibîne. Derketina pêş a Heyder Şeşo, têkilî danîna bi hêzên Şiî re û roj bi roj bihêzbûna hêzên berxwedanê yên ne di bin kontrola PDK'ê de wan bêzar dike. 

PDK li dewsa fermandarê pêşmergeyan ê PDK'î ku di 3'ê Tebaxê de Şengal pêşkêşî DAIŞ'ê kir ceza bike, kesayet, hêz û komên li gorî derfetên xwe li Şengalê li ber xwe didin dixe hedefa xwe. Bi îhtîmaleke mezin revandina Heyder Şeşo tevgereke tasfiyekirinê bû lê belê li ser nerazîbûnan û atmosfera derket PDK'ê mijar wergerand binçavkirin û girtineke fermî. Piştî du rojan dayîna daxuyaniyê nîşaneya vê rastiyê ye. Piştî ku dîtin derfet an mercên jiholê rakirin û avêtina ser hin grûbên din a tasfiyekirina Heyder Şeşo nema, vê carê mijar wergerandin operasyoneke li gorî prosedura "Qanûnên Herêma Kurdistanê". 

Bûyer çiqasî dişibê bûyera tesfiyekirina Sekreterê Giştî yê T-KDP Saît Kırmızıtoprak (Dr. Şivan) û Saîd Elçî ku bi komplo û provokasyoneke PDK'ê, MIT, Mosat û hêzên din ên dijminê Kurd hatin tesfiye kirin. 

Hinceta girtina Heyder Şeşo ya ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye nîşandan, "avakirina hêzeke li derveyî qanûnan" e. Ev hincet sibê dikare li dij hêzên HPG´ê ku li ser daxwaza wan çûn Kerkûk, Mexmûr, Şengal û cihên din jî bê bikaranîn. 

Tevî ku hebûna kurdan bi giştî di bin xetere û gefê de ye jî PDK dawî li kevneşopiyên xwe yên di tevahiya dîroka wê de zirar da yekîtî û pêşketina kurdan, nayînê. Li kû derê kurdan hewl da bibin xwedî îrade PDK'ê bi şêwazekî xwest wan bêbandor bike.  Şoreşa Rojhilat bi heman şêwazî têk birin. Bi hevkariya Tirkiyeyê û bi destê hêzên tarî demeke dirêj xwestkin Şoreşa Rojava bi heman çarenûsê re rû bi rû bihêlin. Tevî ku berpirsê tevkujiya Şengalê ew bi xwe ne bi komployan hewl didin hêz û çandên berxwedêrî ji holê rakin. Ev jî ji derfetdayina gihiştina encamê ya fermana dawî li dijî Kurdên Êzîdî pêde ne tiştekî din e. 

Tevî hemû kêmasî, şaşî û bêderfetiyan jî li Şengalê bi berxwedana tê meşandin Yêkîneyên Parastina Şengalê (YBŞ) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) ji bo Êzîdiyan bûne hêviya rizgarbûna Şengalê.  Me di şerê li Kobanê de dît ya serkeftinê tîne hêvî bi xwe ye. Lê belê PDK bi kirinên xwe, bi komplo û provokasyonên xwe hewl dide vê hêviyê jî ji holê rake.  

Diyar e PDK piştî ku heta astekê DAIŞ hate berterefkirin careke din ji gelê xwe û hêza xwe ya xweser bêhtir careke din hêviya xwe bi hêzên navneteweyî ve girê dide. Lê divê neyê jibîrkirin ku heman hêz bûn ku DAIŞ afirandin û li serê Kurdan û gelên herêmê kirin bela. Musîbetek ji hezar nesîhetî bi feydetir e. Lê belê ji ber, kevneşopî û feraseta PDK'ê di van bûyerên dawî de raxiste ber çavan ku Musîbeta DAIŞ'ê ya gihişte ber deriyê Hewlerê jî hişê wê neanî serê wê… 


Azîz OGUR