Yek ji van mînakan, Tirkiye ye, yek jî Erebîstana Suudî ye. Faşîzma li Tirkiyê Ittihat Terakî ye... Faşîzma li Suudî jî Suud Axa ye!... Erebîstanek hebû û ewder jî Hicaz bû. Suud Axa guhert û cîhana Ereb kire du parçe. Îro Erebîstana Suud Axa, (îro qiral e) cûda ye, cîhana ereban jî cûda ye. Suud Axa 17 jin anîn û derdorê çil zarokên wî çêbûn. Suud Axa, bi desteka hêzên ewropî bû mîrek û dest danî ser Hicazê. Bi vî rengî „Erebîstana Suud-dewleta Suud“ derkete holê. Îro, ji nifşê Suud, zêdetir ji 10 hezar kesî ye û li serê her kolan û anîşkê Suudek rûniştiye. Sîstema Suud Axa, îro dibinê her zexelî, gemarî û qirêjiyê de heye û her karên qirêj û gemarî fînanse dike. Faşîzma selefiyan a çeteyên DAIŞê jî berhemê wan e. Nebiyên Suud Axa, hovîtî, bê exlakî, kotîtî, qeşmerî, sergerdeyî, çepelî, qirêjî, gemarî ya çeteyên DAIŞê li cîhana îslamî fînanse kir. Îro jî, fuze û bombayên Emerîka ku li dijî çeteyên DAIŞê têne bikaranîn finanse dike. Suud Axa, “bîadîst“ bû, malbata wî jî „bîadîst“e, çeteyên DAIŞê jî „bîadîst“ in. Vêce Tirkiye: Îttîhadîst, berhemê oraynatilîzmê ne, piştre bûne îslamîst û wek tirkîst haraket kirin!... Îslamîst û Tirkîstan bi xewnên „emperetoriyek nû“ derketin holê, encam jî, bû çavkaniya faşîzma Hîtler. Erdogan, hem oryantal e, hem îslamîst e. Lê „ixwanîst“ jî, lê vê çavkaniyê zêde kir. Xewna Erdogan jî, mîna Ittîhadîstan mezin e. Ew jî dixwaze wek malbata Suud bibe lîderekî pîrozê Xweda. Di her axaftina balkonê de “bîadê” dixwaze. Di 12 salên desthilatdariyê de, ji Kurdan jî xwest ku “bîadê” bikin. Geh şantaj kir, geh mijul kir, geh demagojî kir, geh lave kir, kab berdane erdê xwe dexîl kir. Piştî van teva, yek-yekan rêz dike.
Erdogan dewşirme ye û mîna Suud Axa, ji paradigmê bê par e. Ji “îde” modern dûr e. Vê jî ew kire bizina nojek û li ber maka xwe dilîze. Bi desteka pereyên Emîrê Qatarê jî êrîşî her kesî dike. Bi lîstika şikandina ambargoya li dijî Îranê, hevkar û hevpariya Riza Sarraf hiquq û edalet jî kuşt. Erdogan, çep lêda û li ser kursiyê desthilatdariyê rûnişt. Piştî demekê serxweş bû, geh bû parêzerê Hamasê, geh bû parêzerê Filîstînê; bi mollayên Îranê re, bi El Başîr re flort kir. Li Kurdistanê jî fermana kuştina jin û zarokan da. Di dema Erdigan de, vekirî li ber çavên cîhanê, serê zarokên kurd hate parçe kirin, detsê wan hate şikandin, bi topan bedena zarokên Kurd hate parçe kirin. Bi gotina Enwer Seîd, oryantalîstekî “îronî û koranîk” derkete holê.
Di vê pêvajoya ku, Rojhilata Navîn di erdheja hovîtiya faşîzma çeteyên DAIŞê de diheje; Malbata Suud, Erdogan tenê hişt û li kêleka Sîsî cih girt. Erdogan jî, bi rojan, bi mehan silava “rabia” da û helbestên Ixwanî xwendin. Doh jî di Neteweyên Yekbûyî, bi heman naqaratê çeteyên DAIŞê parastin. Erodgan di axaftina li Neteweyên Yekbûyî de, demagojî kir. Hemberî ku nîvê beşdaran salon terk kir jî, Erdogan parastina DAIŞê domand û êrîşî Ewropa, Ermerîka û Konseya Ewlekariyê kir. Di wan saetên ku Erdogan, derziya çavên xelkê nîşan dida, şujina çavên xwe ne didît de, çeteyên DAIŞê êrîşî Kobanê dikir. Çeteyên DAIŞê ji Tirkiyê derbasî Serêkaniyê bûn, çekên Tirkan bikar anîn û êrîş kirin. Erdogan, “sewm-u selat” dixwendin, wek şeyh-ul islamekî ferman dida û zewaca Tirkiyê û çeteyên sunni yên DAIŞê mikur hat. Balkêş e; hemberî ku Tirkiyê bûye bajarekî kolonî, Erdogan jî dixwaze Kurdistanê, Bakur û Rojava bike bajarekî kolonî. Êdî, barbarên klasîk û nû ligel hev in. Ha çeteyên DAIŞê, ha leşkerên Tirk; yek li Binxetê barbariyê dike, yek li Serxetê... Îro anatomiya Rojhilata Navîn, wek xefka dîrokî ye. Ev xefka dîrokî li hemberî gelê Kurd û tevahiya gelên herêmê hatiye vedan. Ev aliyê reş yê dîrokê ye. Gelê Kurd, şervanên YPG û YPJê jî, li Kobanê û tevahiya Rojava, ji bo aliyê ronî yên dîrokê, şaristanî û mirovahiyê diparêzin.
Anatomiya Rojhilate Navin
Ev sernav ne ji bo dîrokêye. Wêneyek fizîkî ye. Ji ber ku anatomiya Rojhilata Navîn, rûdêneke jehrî ye. Mar û dibişk di nava hev de dijîn. Geh duvê hev gez dikin, geh duvê xwe li hev dipêçin. Hem oryantalîst in, hem islamîst in. Yan jî wajî vê ne!...Teva ji nirxandin û rexnegiriyê dûr in. Vê jî ew kirine çavkaniya rûreşî û hetikberiyê. Encama jî nexeşiya şîzofrenîk û kultura felc e. Ne paradigma klasîk erê dikin ne paradigma modern. Di statuqoparêziya rûreşî de digevizin. Ev jî bûye çavkaniya faşîzma reş. Herçiqasî bi çeteyên DAIŞê ev nav hatibe eşkere kirin, hîna ji bo dewletên oryantalîst û islamîst ev nav ne hatiye bikaranîn. Dewletên ku hinek monarşî ne, hinek parlamenterî ne, hinek mîratzadeyên kevneşopî ne, kişûmatjî ji şaristanî û demokrasî dûr in. Piştî ku Bihara Gelan dest pê kir, rewşa li seranserî herêmê wek tovê waweylê derkete holê. Rojbûna faşîzma li Rojhilata Navîn, şerê yekemîn yê cîhanê xuya bike jî, berîtir e.