Gava ku li ser pirtûkekê difikirim destpêkê navê wê bala min dikişîne. Gelek caran ji ber navên pirtûkan, min nekariye wê pirtûkê bixwînim. An jî min xwendibe jî, aliyekî wê her kêm maye. Carinan navê pirtûkê xweş e û balkêş e, lê naveroka pirtûkê tiştekî din e. Wê gavê sosretiyeke din a balkêş derdikeve û xwendina min li min dibe jehr. Ew ê bala xwînerên baldar kişandibe ku di demên dawiyê de, ji weşanên Aramê bênavber pirtûkên têrhêja derdikevin. Bi qandî ku dizanim, çapên van pirtûkan di demên gelek nêz de qediyane jî. Em dizanin ku Weşanxaneya Aramê ji roja ku hatiye avakirin vir ve bi pirtûkên ku çap dike bûye xwedî ast û sekneke cuda. Lê mixabin car caran hem ji ber êrîşên dewletê û hem jî ji ber pirsgirêkên navxweyî, xebatên wan hinekî radiwestin û lewaz dimînin. Pirtûka herî dawî jî ya Endamê Konseya KCK’ê birêz Murat Karayilan e.
 
Navê pirtûk û nivîskarî dibêjin ´min bixwîne´

Yekser navê nivîskar bala mirov dikişîne û pê re jî navê pirtûkê; “Anatomiya Şerekî-Li Kurdistanê Xeta Leşkerî”. Têra xwe balkêş e ku mirov pirtûkeke wisa li Tirkiyê bibîne. Ev pirtûk ne korsan û ne qaçax e, vê gavê bi bandrol di refên pirtûkfiroşan de cihê xwe girtiye. Mixabin mînakên wisa li Tirkiyê gelek kêm in. Gelek caran pirtûk hatine qedexekirin û ji ber pirtûkên qedexe, gelek mirov hatine cezakirin. Mînaka herî nêz û berbiçav Parêznameyên Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan e. Vê gavê wisa dixuyê ku ev pirsgirêk ji holê rabûye. Helbet ji ber xwe ve nebûye, ev yek jî wekî gelek tiştên din encama têkoşîn û berdêlên bêhempa ye. Di serî de ji ber ku nivîskarê pirtûkê birêz Murat Karayilan e, daxwaza xwendinê ‘ji ber xwe ve’ bi mirov re peyde dibe. Lewre ji sih salî zêdetir e li hember gelek dewlet û rêxistinên çeteyan Tevgera Azadiya Kurdan şerekî bêhempa dimeşîne. Heta roja me jî ev şer bi dawî nebûye û hîn jî bi hemû germahiya xwe didome. Birêz Karayilan jî, yek ji aktorê herî mezin ê vî şerî ye. Dixwazin hez bikin û dixwazin hez nekin, ger mirov bixwaze ‘hinekî be jî’ ji vî şerî fam bike û bigihêje hin encaman, teqez divê nirxandinên birêz Murat Karayilan bixwîne. Di vê pirtûkê de, her wiha nav û naveroka pirtûkê jî li nivîskar tê û giranbihaya wê derdikeve asteke din. Heta roja îro me gelek nirxandin û hevpeyvînên birêz Karayilan xwendine.
 
Aktorê şer e lê bêalî behsa şer dike

Taybetiya wî ya herî berbiçav ew e ku tu carî gotina xwe venaşêre û xwe li pişt perdeyan venaşêre. Ger em bi kurdî pênase bikin “rastgo” ye. Ev xislet, di seranserî pirtûkê de derdikeve pêşberî xwendevanan. Gava ku mirov navê pirtûkê dixwîne, di destpêkê de nirxandinên teorîk tên hişê mirov. Lê paşê em di nava rûpelan de, li tabloyeke wisa rast tên ku di encamê de mirov dibêje “teqez divê ‘anatomiyeke wisa’ li ber çavan bihata raxistin”. Gelo “akademisyenek” ev pirtûk nivîsandibûya ew ê çawa hilgirtibûya dest? Bê şik û guman, dê ezberên em pê dizanin derketibûna ber çavên me. Li gorî xwe, xwedêgiravî ew ê “akademisyen” bêalî bûya û nirxandinên xwe li ser lêkolîn û hûrbûnan kiribûya. Em; ên akademisyenan dizanin, lê kesekî ku hemû jiyan, xeyal û hêviyên xwe li ser şerekî ava kiribe û hîn jî di nav de be, gelo wî yê çawa rahişta mijara şer? Ez dikarim îdîa bikim ku tu nivîskar, lêkolîner an jî akademisyen bi qandî birêz Karayilan nikare vî şerî ew qas bêalî binirxîne. Kesên ku ev pirtûk nexwendibin, dibe ku bibêjin “ji ber ku parçeyekî vî şerî ye, îhtimal e ku birêz Karayilan bi awayekî alîgir tevgeriyabe û heta di gelek ciyên pirtûkê de niha behsa xwe û serpêhatiyên xwe kiriye”. Her kesê ku wisa difikire dema ku pirtûkê bixwîne, ew ê hêj di rûpelên pêşî de li xwe hayil bibin ka çiqasî neheqiyeke mezin kirine. Di pirtûkê de nirxandinên objektîf û tehlîlên dîrokî derdikevin pêş.
 
Nirxandina Karayilan ji bo xwendinê herikbar e

Ji serî heta dawiya pirtûkê, di vî şerî de li ku deran û çawa xeletî û kêmasî derketine, yek bi yek hatine vegotin. Ez bawer nakim ti rêxistin an jî hêz di vê astê de karibin xwe binirxînin. Wek mirovekî ku vê rêxistinê ji nêz ve nas dike û pê re mezin bûye, careke din min di vê pirtûkê de dît ku Tevgera Azadiya Kurdistanê, naşibe ti hêz û rêxistinan. “Anatomiya Şerekî” bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin û ji deh beşan pêk tê. Wek kurdîhezekî, hêvî dikim ku ev berhema dîrokî li zimanê kurdî jî were wergerandin û kurdîaxêv jî karibin jê sûdê wergirin. A rast ne tenê li zimanê kurdî, her wiha dikare li gelek zimanên din jî were wergerandin. Pirtûk dikare li rastî eleqeyeke mezin were. Ligel ku naveroka pirtûkê nirxandin e jî, ji hêla şêwaz û hûnandina hevokan ve gelek herikbar e. Hem gelek agahî tê de hene û hem jî, mirov ji ti derê pirtûkê aciz nabe. Bi taybet li ser şerê gerîla, nirxandin û şîroveyên balkêş hene.

´Ji ber derengmayînê ez rexne li xwe digrim´

Di pêşeka pirtûkê de, birêz Karayilan wiha dibêje; “Pirtûka di destê we de, min wek peywirekê amade kiriye ku Serok Apo hin mijar diyar kiribû û ji min û çend hevalan xwestibû ku em li ser vê mijarê binivîsin. Ji ber pratîka zêde ya ku em tê de ne, derfetên min ên ku ez pirtûkan binivîsim, nebûn. Lê divê min ev peywir, ‘bi cî’ anîbûya. Bi derengî be jî ez lê xebitîm ku vê peywirê bi cî bînim. Ji ber vê derengmayînê ez rexne li xwe digirim.” Di Adara 2010’an de, birêz Karayilan wisa nivîsandiye. Ev gotinên mînak tenê jî bi serê xwe ferasetekê nîşan dide. Her kesê/a ku pirtûkeke wisa binivîse, ew ê şanaziya wê bijî, lê birêz Karayilan lêborînê dixwaze. Her hal serkeftina herî mezin a Tevgera Azadiya Kurdistanê, ev feraset bi xwe ye. Dibe ku gotin û nirxandinên min bi hin xwîneran wek “pirole” jî werin famkirin, lê ez tam li dijî vê yekê difikirim; lewre bi çend gotinan ev pirtûk nikare were şîrovekirin. Min tenê qala çend xalan kir. Ez bawer im gava ku pirtûk were xwendin, ev gotinên min wê çêtir werin famkirin. Xwe ji xwendina “Anatomiya Şerekî”, bêpar nehêlin.


MEHMET ÇAKMAK