Li Rojhilata Navîn hemû rastiyên dîrokî, hemû baweriyên kevn li gor pîvan û nirxên îslamî hatine afarozkirin, biçûkxistin, gunehbarkirin, bi kuştinan hatine tehdîtkirin, li ser rastiyên wan axaftin hetine qedexekirin. Di vî warî de her çendî hin lêkolîn û berhem hebin jî, ji siya tirsa îslamiyetê neqetiyan e. Baş tê zanîn ku gelek belgeyên bingehîn yên dîrokî û baweriyan di dema dagirkirinan de hatine şewitandin. Wek mînak:
Li gor hin belgeyan pirtûka pîroz Avesta û şiroveyên wê li ser 12 000 çermê ga nivisandî bûye, lê di dema Îskenderê Mekadonî de tev de tên şewitandin, tenê 12 heb dimînin. Dîsa di helbesteke dîrokî ya ji sala 750 paşzayinê gihîştiye destê me de wiha tê nivisandin: „Atran kujan Hurmizgan riman!“ Ango bi hatina îslamê re hemû “Hurmuzgan” (ibadetxaneyên Zerdeştî) tên ruxandin û şewitandin, her wisa yên baweriyên din jî. Zerdeştiyên dimînin ya direvin diçin Hîndîstanê, yan derdikevin çiyan, yan jî di bin bandora îslamê de hinek reng diguherin.
Ji ber ku belgeyên kevin tên şewitandin, tenê agahiyên zanyarên îslamî dimînin, ew jî çendî netar û bêlayan in, wê jî xwedê dizane.
Navendên Baweriyê
Dema mirov li dîrokê dinêre dibîne ku li Rojhilata Navîn du navendên baweriyê derdikeve pêş. Yek baweriyên li sêkoşeya Qudus-Yêmen-Misir ku baweriyên gelê samî (sam û ham) ne. Ev bawerî li ser baweriyên cihûyan, Misira kevn û qiraliyeta Saba rûniştiye û rengê xwe ji jiyana van gelan girtiye. Van baweriyana di vê roja me de wek baweriya cihû, xiristiyanî û îslamî reng girtiye.
Ya duyem jî baweriya sêkoşeya Mezopotamya- derya Hezarê û Navenda Anatolya yê ye. Ev jî baweriya gelên arî ne. Ev navend bingehê baweriya xwe ji baweriya Mîtraî (xwedayê rojê) baweriya Someran (destana Gilgamêş), Zerevanî, Mardûk, Zerdeştî, Manî, li encama tevlihevbûnan jî, ev bawerî di rengê Yarsanî, Êzidî, Elewî (yê kurd) û Zerdeşziyên li Hîndîstanê de gihîştine vê roja me.
Di navbera van herdu pergalên baweriyê de cûdahiyên herî girîng ev in.
1– Di baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen – Misirê de çarenûsa mirovan di qalûbelayê de hatiye nivisandin, şer û xêr ji xwedê ye, xwedê hukim li giyan û hestê mirovan dike, li gor vê zelal e ku fonksiyona mirovan zêde tune, wek pelê li ber bayê ketiye. Lema di vê pergala baweriyê de melekê xirabiyê heye.
Di baweriya Mezopotamyayê de xwedê mirov afirandiye, lê çarenûs di destê mirov de ye, dikane başî û xirabiyê bixwe hilbijêre. Di destana Gilgamêş de gelek baş zelal dibe, ji ber ku xwedawend nikanin li giyan û hestên mirovan hukim bikin, herê carê teşeyekê dişîne û dixwaze bi tirsê mirovan bigire bin kontrola xwe. Dîsa di dînê Zerdeştî de; xirabî û başî di mirov de ye. Spenta aliyê giyanê yê başiyê, Ankara (angaryu) jî yê xirabiyê ye, lema melekê xirabiyê tune. (Ehrîman ne xwedayê xirabiyê ye, ew li mirin û jiyanê, li payîz û zivistanê dinêre û bi Ahura Mazda ve girêdayîye. Piraniya nivisakaran aliyê giyanê Ankara û rola Ehrîman tevlihev dikin.)
2– Di baweriya sêkoşeya Qudus-Yêmen û Misrê de wekîlê xwedê mirov in, yanê xweda mirovek wek wekîl şandiye rûyê erdê. Mînak: Hz. Musa dibêje: „Ez çûm Tûrî Sîna bi xwedê re axivîm!“ Ango dibêje; „li jor xwedê li jêr ez“. Hz. Îsa xwe bi sura îlahî ve girêdide, heta xiristiyan jê re kurê xwedê dibêjin. Ango li jor xwedê li jêr ew. Hz. Muhammed dibêje: “Laillaha illah Muhammed resûlillah” Ango xwedê yeke û Muhammed resûlê wî ye. Di pergala baweriya mezopotamiyayê de wekîlê xwedê tune, tenê her hezar salî carê melekek tê rûyê erdê, rê nîşan dide û diçe. Lema Hz. Zerdeşt gotiye; „Baş bifikirin, gotinê baş bibêjin û karê baş bikin!” Yanê negotiye, ez resûl yan jî wekîlê xwedê me.
Bêguman mirov dikane hê gelek cûdahiyên din jî lê zêde bike, lê cûdahiyên herî bingehîn û giring ev in. Lema divê mirov ne di nava çarçove û têgîhîştina îslam, cihû û xiristiyaniyê de li baweriyên Mezopotamyayê binêre, mirov hewl bide ku wan baweriyan di nava têgîhîştina wan baweriyan de binirxîne, wêçaxê mirov dikane bi hêsanî, elewîtî, yarsanî û êdayetiyê fêm bike.
Angaşt: Du pergalên baweriyê
Dema mirov diyarde, pêkhatinên dîrokî, baweriyên cûda tenê di nava çarçove û têgihîştina baweriyekê de binirxîne, her tiştî serobino û rastiyê tehrîf dike. Li Rojhilata Navîn tevahiya baweriyan û dîrokê di nava çarçoveya îslamî û li Ewropê jî di nava çarçoveya xiristiyanî de tê nirxandin, ango pîvan îslamî û xiristiyanî ye, ev jî tê wateya balovajîkirina rastiyan û nedîtina rastiyên baweriyê din.