Li meha çûyî, lîstikvana sînemayê ya Hollywoodê Angelîna Jolîe çû serdana Kurdên Êzîdî yên ji ber komkujiyên DAÎŞ’ê ji Şengalê hatibûn Bakur û li Mêrdînê di kampan de dimînin. Angelîna Jolîe, serdanên bi vî rengî bi navê Elçiya Dilpak a Yekîtiya Neteweyan pêk tîne. Helbet bi hatina wê, çapemeniya cîhanî jî bala xwe da rewşa Kurdên Êzîdî yên di kampan de dimînin. Lîstikvana sînemayê ya Amerîkî di serdana xwe de bang li dewletên Ewropayê kir ku ji Kurdên Êzîdî re bona penabertiyê deriyên xwe vekin!..
Ez bi ’dilpakiya’ Angelîna Jolîe bawer dikim, lê bi ya yên ku wê bi vî rengî digerînin û lîstikeke wijdanî pê didin lîstin, qet bawer nakim. Eger Angelîna Jolîe di banga xwe de bigota; “Hey dewletên serdest, dest ji siyaseta kujer berdin ku her xelk li welatê xwe, di nav aramiyê de bijî. Hevkarên xwe yên wek Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê hişyar bikin ku alîkariyê nedin hovên DAÎŞ’ê û xelkên herêmê ji welatê xwe nerevin!“, wê çaxê mirov bahsa karekî ’dilpak’ dikir…
Lîstikên li ser penabêrên li Bakur, berdewam in. Ciwanên Kurd ên ku xelk ji wan hêvî dike ku jiyanê û welat biparêzin, ji welat têne revandin. Helbet ev ne tenê meseleyeke çûna hinek kesan a Ewropayê ye. Lîstikeke rêxistinî ya ku destê îstîxbarata Tirk û hinek Kurdên hevkar ên dilxirab têde ye, li dar e.
Wer xuya ye; ku rewş hên xirabtir e. Bi nûçeyên van rojên dawî di çapemeniya Kurdî de tê weşandin, mirov pê dihese ku ciwanên Başûrî berê xwe didin welatên Ewropayê. Tenê di nava meha çûyî de 3 hezar genc ji Kurdistanê reviyane! Ji bo jiyaneke penaberiyê ya ku derbarê wê de tiştekî nizanin, bi hezaran dolar didin tacirên însanan û li ser Tirkiyê re derbasî Ewropayê dibin. Paşê jî jiyaneke pêrîşan, bêarmanc, bêwate, bêhêvî…
Ji Kurdistanê revandina Kurdan ne pirsgirêkeke nû ye. Li Bakur jî di nava 40 salên vê dawiyê de, bi milyonan Kurd ji ber polîtîkayên dewleta Tirk û pêşîvekirina wê, ji Kurdistanê derketin û li seranserê cîhanê belav bûn. Bi taybetî jî Kurdên Elewî, piştî komkujiya Mereşê (1978) berê xwe dan Ewropayê. Piştî darbeya leşkerî ya sala 1980’yî dewletê bi xwe riya wan vekir, bi hêsanî pasaport da wan ku Kurdistanê vala bikin. Ji ber vê polîtîkayê li rojavayê bakurê Kurdistanê; li Mereş, Meletî, Sêwas û Erzinganê demografiya herêmê guherî û hejmara Kurdan pirr kêm ma. Îro ji Awustralyayê heta Kanadayê û ji Ewropayê heta Japonyayê Kurdên ji vê herêmê hene.
Wexta Serokomarê Tirk R.T. Erdogan got; “Kobanê ha ket, wê ha bikeve!” hêviya wî jî ew bû ku, Kurdên Kobanê û yên kantonên din wê ji Rojava derkevin û Tirkiye penaberên Ereb ên Sûriyeyî li wê deverê bicih bike, demografiyê biguherîne û cografya Kurdan parçe bike!..
Pirsgirêk ne tenê guhertina demografiyayê ye. Herwiha, bi derketina ji welat re gelek nexweşiyên civakî jî peyda dibin û asîmîlasyona nirxên Kurdewarî hê jî kûrtir dibe. Hinek gencên Kurd ên penaber, ji ber jiyana pêrîşan, bêhêvî û bêmanebûyî bi rêxistinên mina DAÎŞ’ê re dikevin nava têkiliyê û vedigerin Kurdistanê li dijî xelkê xwe şer dikin!.
Li derveyî welat malbat parçe dibin, nirxên civakî û Kurdewarî wenda dibin. Malbatên Kurd ne ahengekê bi xelkê welatê ku lê cih bûne re çê dikin, ne jî wekî xwe ‘Kurd’ dimînin. Hinek ji ber bêhêviyê û pirsgirêkên penaberiyê întihar dikin. Gorî lêkolînekê, tenê li Brîtanyayê di nava çend salên dawî de dora 50 ciwanên Kurd ên Elewî întîhar kirine…
Revandina Kurdan ji Kurdistanê polîtîkaya dewletên serdest e. Ji bo pêşîgirtina valabûna Kurdistanê û vegera welat, divê hemû rêxistin û saziyên Kurdî wek helwesteke neteweyî polîtîkayên stratejîk pêş bixin. Li Kurdistanê pêwîstiya dînamîzma her Kurdekî heye. Xwedîderketina welat, xwedîderketina siberojeke azad û aram e… Bi taybetî jî van rojan!..