Bajarê dîrokî Anî û xirbeyên wî yê bi sedan salan li ser piyan mayî, hê jî heybeta xwe diparêzin. Bajarê ku dîrok û çanda gelan li ser pişta xwe li ser piyan hişt, ji ber ku mirovan ew ne parast, wêran û talan dibe. 

Bajarê Anî li ser sînorê Tirkiye û Ermenîstanê ye; ev bi hezaran sal in ku bi tevahiya heybeta xwe li ser piyan e. Ev warê dîrokî û efsûnî, bi Xirbeyên Anî tên nasîn. Warê dîrokî Anî ku di lîsteya Mîrata Çandî ya Unesco ya cîhanê de cih digire, tenê avahiyên xirbe mane. Ji ber ku bajar tev xera bûye û wêran bûye, bi navê Xirbeyên Anî tê naskirin. Bajar heta beriya mîladê bi 3 hezar salan dîroka xwe bi me dide xuya kirin, ango qederê 5 hezar salan kal e. Bajarê Anî heta niha şahidê li desthilatdariya 24 dewletan û gelek şaristaniyan kiriye û bûye cihê yekem Perestgeha Zerdûştiyan a li derveyî erdên Îrana hingê. Bajarê Anî di dîrokê de weke navendeke aborî, çandî û siyasî jî hatiye nasîn. Sedema vê yekê jî ew e ku li ser Rêya Hevrîşm a dîrokî hatiye avakirin û di navbera Qefqasan û Anatolyayê de wek deriyekî bi kêr hatiye.

 

Sûrên Anî û Bedena Amedê hev bi bîr dixin

Ev der bajarek bû. Keda hemû milet û şaristaniyên ku li vê derê bûne desthilatdar û lê mane, di vî bajarî de heye. Dêr, mizgeft, kargeh, perestgeh; gelek rengên dîroka mirovahiyê dî vî bajarî de gihîştine hev. Xirbeyên Anî weke gelek berhemên dîrokî ji ber berjewendiya bazirganiyê di bin xetera hilweşînê de ne. Warê ku li ser 78 hektar erdê ava ye, îro tine dibe. Sûrên bajarê Anî bedenên Sûrê tînin bira mirovan. Fîgur û nexşeyên li ser dîwar hatine avakirin, mirovan li nava dirokî digerîne. 

Li gorî lêkolînan, tê zanîn ku bajar di serdema Xanedana Bagratunî yê Ermenî de hatiye avakirin. Bi sedan salan di desthilatdariya Ermeniyên Bagratunî de maye. Pişte, şaristaniya Bizansî, Selçuqî, Gurcî û Osmanî hatine, li vir bi cih bûne. Ji ber vê yekê şopa gelek şaristanan li ser bajêr maye. Di erdheja sala 1319’an de zerareke mezin li bajêr bûye. Tê zanîn ku piştre ji aliyê Timuran ve jî hatiye hilweşandin. 

 

1001 dêr lê hatine avakirin 

Bajarê li ser Rêya Hevrîşm a bazirganiyê hatiye avakirin, şahidiya gelek şer û cengên mezin jî kiriye. Ji ber ku gelek caran hatiye avakirin û xerakirin jî bi navê Xirbeyên Anî tê nasîn. Li vî bajarî 1001 dêr hatine avakirin. Ji ber vê yekê bajarê 1001 dêran jî jê re tê gotin. Lê niha tenê çend dêr li ser piyan mane. Bajarê Xirbeyan e Anî, û ew 48 kilometreyan dûrî navenda Qersê ye. Ji ber ku nayê parastin jî bi pirranî hatiye xerakirin. Her çend ji aliyê UNESCO´yê ve di Listeya Mîrateya Cîhanê de hatibe bicihkirin jî bê xwedî hatiye hiştin. Her çend sala 2011’an hin xebatên restorasyonê hatibin kirin jî dîsa ji diz û talankeran re hatiye hiştin. 

Gelek dizên dîrokê hatine, li vir erd kolane, gelek kevir dizîne û xera kirine. Nivîsên li ser dîwaran hatine rûxandin û şikandin. 

 

Mizgefta Ebul Manucehr jî bê xwedî ye

Li bajêr 40 dêr, şapel û gorên bîrdariyê hatine tespîtkirin, ji dîrokê ti şop nemaye. Katedrala Anî, bi dîwarên xwe yên bi kevirên sor hatine pêçan, balê dikişîne ser xwe. Yek ji berhemên dîrokî yê Xirbeyên Anî, Dêra Aziz Gregor e. Heta niha li ser piyan maye û bi heybeta xwe mirovan matmayî dihêle. Dêra ku di dawiya sedsala 10’an de hatiye lêkirin, li ser 12 milan hatiye avakirin. Dêra ku qubeya wê heye, aîdî Ermeniyê Bagratunî, Prens Grigor Pahlavunî ye. Dîsa mizgefta Ebul Manucehr mirovan dibe kurahiya dirokê. Tê zanîn ku ev mizgeft beriya bi hezar salî hatiye avakirin. 

 

Ji bo carekê jî be dîtina van xirbeyan

Li zinarên hemberî Dêra Aziz Gregor şikeftên xwezayî hene. Ev şikeft berî Xirbeyên Anî jî hebûne. Heta niha der barê diroka van şikeftan de tiştekî zelal nehatiye diyarkirin. 

Ji ber çûn û hatina bajarê Xirbeyên Anî nîne, nayê parastin û aliyê xera bûye jî ji nûve nayê avakirin û sazkirin. 

Xirbeyên Anî ji aliyê geştyaran ve jî rastî elaqeyê tên. Beşek ji geştyaran cara yekem e ku van berhemên dîrokî dibîne û beşek jî ji geşta vî bajarê qedîm têr nabin û çi dema derfetê bibînin, berê xwe didin Xirbeyên Anî. 


 MA/QERS