Dirk Campbell bavê şervana YPJ´ê ya înternasyonalîst Anna Campbell e. Anna Adara 2018´an li Efrînê di êrişeke hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bûbû. Lê cenazeyê Annayê heta îro jî li malbata wê nehatiye vegerandin. Dirk Campbell ji bo dozeke hiqûqî li dijî dewleta Tirk û hikûmeta Meliktiya Yekbûyî karibe veke, kampanyayeke alîkariya madî da destpêkirin.
Dirk Campbell ji dema şehadeta keça xwe ve hewl dide ku dewleta Tirk razî bike da ku bihêle cenazeyê keça xwe bibe welatê wê Ingilîstanê. Dewleta Tirk nehişt ew karibe cenazeyê keça xwe rake û hikûmeta Ingilîstanê jî guhên xwe li Dirk Campbell kerr kirin.
Doza Dirk Campbell wê li ser esasê wê yekê be ku Tirkiye hiqûqa navneteweyî binpê dike. Di heman demê de wê li derfetên ferzkirina li ser hikûmeta Ingilîstanê jî bê nihêrîn û li gorî wê doz bê vekirin, da ku ew jî bi erka xwe rabe ji bo anîna cenazeyê Annayê.
Armanca Dirk Campbell ew e ku bi kampanyayê 10 hezar poundan berhev bike. Kêliya me nûçe amade kir, 100 kesî 3 hezar 915 pound bexşandibûn ji bo vê kampanyayê. Kampanyayê pêr dest pê kir û wê 28 rojên din dewam bike.
Kampanya li ser www.crowdjustice.com hatiye destpêkirin. Gava mirov li cihê lêgerînê Anna Campbell binivîse, malpera “Bring Anna Home” dikare bibîne û li wir alîkariya madî bike.
LONDON